Serokwezîrê Libnanê Nevaf Selam îdia kir ku çalakiyên Hîzbullahê yên li Libnanê rasterast ji aliyê Pasdarên Şoreşa Rejîma Îranê ve tên kontrolkirin.
Televîzyona Al Arabiya îro bi Serokwezîrê Libnanê Nevaf Selam re hevpeyvîn pêk anî. Nevaf Selman di hevpeyvînê de got ku efserên Pasdarên Şoreşa Rejîma Îranê operasyonên Hîzbullahê yên li Libnanê li dijî Îsraîlê pêk tên, bi rê ve dibe û dixwazin hikûmeta Libnanê li dijî Îsrailê bikişînin nava şer.
Selam: Hildana tola Xamaney ne karê Libnanê ye
Selam ji ber avêtina roketan li Îsraîlê û bi vî awayî kişandina Libnanê bo nav pevçûnê, Hîzbullah rexne kir û got: “Hatiye ragihandin ku ev şer tolhildana kuştina Xameneyî ye. Ev tê wê wateyê ku ev şer li ser me hatiye ferzkirin û hildana tola Xamaney ne karê Libnanê ye.”
Pasdarên Rejîma Îranê bi dronên çekdar li Qibrisê xistin
Serokwezîrê Libnanê Nevaf Selam eşkere kir ku 20 roj berê li dijî baregeheke Brîtanî ya li başûrê Qibrisê bi dronên çekdar êriş pêk hat. Nevaf Selam destnîşan kir ku ev êriş ji aliyê Pasdarên Rejîma Îranê yên li Libnanê ve pêk hatiye.
Selam: Van kesan bi pasaportên sexte û bêqanûnî li Libnanê ne
Selam diyar kir ku Pasdarên Şoreşê yên Rejîma Îranê li Libnanê amade ne û operasyonên leşkerî bi rê ve dibin. Li gor hevpeyvîna Selam van kesan bi pasaportên sexte û bi awayekî neqanûnî ketine nava Libnanê. Nevaf Selam îlana Pasdarên Şoreşê ku gotibûn “ew li dijî Îsraîlê bi Hizbullahê re operasyonên hevpar dimeşînin” wekî delîla rola wan a birêvebirina pevçûna li Libnanê ya li dijî Îsraîlê bi nav kir.
Serokwezîrê Libnanê di hevpeyvînê de bi bîr xist ku hikûmeta Libnanê vê mehê biryar dabû ku hemû çalakiyên Pasdarên Şoreşê li Libnanê qedexe kiriye û ji Hîzbullahê xwestibû ku çekên xwe radestî dewletê bike.













