Destpêka sala 2026an dê îşev li Çand Amedê bi rêzeçalakiyan û bernameyên cihereng were pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de dê gelek hunermend derkevin ser dikê.
Amedî dê sersala nû bi bernameyeke cihereng a pîrozbahiyê ve pêşwazî bikin. Bername dê li Çand Amedê were lidarxistin û tevî Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir siyasetmevan Çetîn Arkaş, Hevşaredarên Amedê û navçeyên wê, parlamenterên herêmê, gelek nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gel tev li bernameyê bibe.
Di bernameya pîrozbahiyê de hunermend Dilovan, Derya Kakayî, Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Mûrat Demîr û Kerîmê Jîrkî derkeve ser dikê û stranên xwe bistrînin.
Weşana zindî
Li gel konserên hunermendan; lîstik, pêşbirk, tiştanok û diyarî jî dê di bernameyê de hebin. Nêzî destpêkirina sersalê dê hemû beşdarvan sersala nû bî hev re pêşwazî bikin. Bernameya sersalê dê li Eywana Konserê ya Çand Amedê seet 20.00an de dest pê bike û dê bername dê li ser televîzyonê wek zindî were weşandin.













