Şertê kontrola edlî ya rojnameger Semra Turan û Melîke Aydin hate rakirin.
Danişîna yekemîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û Tolga Guney û nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin ku ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê hat lidarxistin. Dadgehê piştî parastinan biryara xwe da.
Dadgehê, şertê kontrola edlî ya hepsa malê ya Melîke Aydin û şertê kontrola edlî ya Semra Turan rakir. Lê belê biryara qedexeya derketina derveyî welat nehat rakirin. Danişîna dozê taloqî 12ê Gulanê hate kirin.
Biryara der heqê Tolga Guney de hê jî nehatiye dayin.