Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên dijwar ên leşkerên bi pere yên li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin. Di şer de Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 35 leşkerên bi pere kuştin û 2 wesayîtên zirxî rûxandin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Ajansa ji herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwest bi tank, maşîneyên zirxî û balafirên keşfê ji du aliyan ve bikevin qada Bendava Tişrînê. Di encamê de di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar rû da.
Di şer û pevçûnên nava rojê de 35 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, her wiha 2 wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin rûxandin. Li kêlek wê jî şervanan 2 çekên kilaşînkof û cebilxane desteser kirin.
Çavkaniyan diyar kir ku di van kêliyan de jî şer û pevçûnên dijwar rû didin.