• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sewalkar amadekariya zivistanê dikin

Bazîd Evren / AW

28 ÎLON 2025 - 08:05
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Mûş – Li gundê Başkendê yê bi ser navçeya Gimgimê ve sewalkar amadekariya zivistanê dikin. Sewalkar Emrah Kiliç ku ji bo Cejna Qûrbanê dermaletiyê dike, ji bo sewalên xwe giya û ceh stok kiriye û ji zivistanê re amade ye.

Li herêma Serhedê ji bo debarê çavkaniya herî mezin sewalkarî ye. Xwedîkirina sewalan li hemû herêmê belavbûye û beşeke sereke ya jiyanê ye jî. Li navçeya Gimgim a Mûşê jî çanda sewalkariyê pêş ketiye û welatî bi kirîn û firotina sewalan, şîr, penîr, mast, rûn, torax hwd. debara xwe dikin. Welatiyê bi navê Emrah Kiliç ku ji gundê Başkendê yê bi ser navçeya Gimgimê ve ye, bi xwedîkirina çêlekan debara malbata xwe dike. Kiliç ji bo sewalên xwe ji Gundê Mişko yê li kêleka gundê xwe zozan kirê kiriye û niha jî amadekariya zivistanê dike.

Ji ber nexweşiya tebekê xêr û bêr ji sewalên xwe negirtiye

Emrah Kiliç diyar kir ku wan ji bo sewalên xwe zozan kirê kiriye û da zanîn ku ew dê van sevalan ji bo Cejna Qûrbanê amade bikin. Emrah Kiliç anî ziman ku ew 10 sal in ew bixwe vî karî dike û got: “Em niha dermaletiyê (besîcîlîk) dikin û dikarin debara xwe pê bikin. Sala par cotê sewalan 200–215 hezar lîre bû, lê îsal 260–270 hezar lîreyan difiroşin. Îsal li gorî sala par pariyekî baştir e. Her wiha ev du sal in nexweşiya tebeqê di nava sewalan de digere. Lewma sewalkaran ev du sal in xêr û bêr ji demaletiyên xwe negirtiye. Min par pir zerar kir, 20 çêlekên min ji ber nexweşiya tebekê mirin. Lê îsal nexweşiya tebeqê nekete di nava sewalên min de.”

‘Lênêrîna sewalan havînê hêsantir e’

Emrah Kiliç behsa amadekariyên zivistanê kir û bi lêv kir ku wan giya dirûne û kirine ka. Emrah Kiliç destnîşan kir ku wan ceh jî amade kiriye û ev yek anîn ziman: “Em zivistanê sewalên xwe di goman de xwedî dikin. Lênêrîna sewalan zivistanê pir zehmet e û lêçûnên wê jî zêde ne. Havînê mesref tune ye, tenê heqê şivan tu didî. Lê zivistanê ceh didî sewalan û bihayê ceh pir zêde ye. Torbê ceh 850 lîreyan e, tona kayê 10–12 hezar lîreyan e. Lewma xwedîkirina sewalan havînê hem erzantir hem jî hêsantir e.”

Etîket: amadekariya zivistanêGimgimMûşSewalkarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

28 ADAR 2026
Newroza Milazgirê: Gelê Kurd dixwaze Rêberê xwe di Newrozê de bibîne

Newroza Milazgirê: Gelê Kurd dixwaze Rêberê xwe di Newrozê de bibîne

26 ADAR 2026
Li Mûş û Hezexê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

Li Mûş û Hezexê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

25 ADAR 2026
Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

9 ADAR 2026
‘Em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin’

‘Em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin’

24 SIBAT 2026
Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

Abdullah Zeydan: Guh nedin van gotinên beredayî

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (16)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne