Li Bestayê agirê ku şevê din destpê kiriye hê jî berdewan dike. Her çiqas Walitiya Şirnexê gotibû agir hatiye vemirandin jî dîmen berovajî van gotinan e.
Li herêmên Avtehlê, Besta Hincê û Girê Bestkê yên bi ser Herêma Besta ya Şirnexê ve agirê şevê din pê ketiye heya niha berdewam e. Ji ber ku ketina herêmê qedexe ye tê îdiakirin ku agir bi destê cerdevan û leşkeran hatiye derxistin. Di dîmenên gihîştine ajansa me de jî xuya dike ku li seranserî herêma agir pê ketiye qereqol hene.
Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya dayî de gotibû agir hatiye kontrolkirin. Lê çavkaniyên ku agahî dane ajansa me diyar kirin ku şewat berdewam dike û tu mudaxale nayê kirin.