Li Los Angelesê hîn jî şewat dewam dike, hejmara kesên di şewata li bajar de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 24 kesan.
Şewata li bajarê Los Angelesê ya li Amerîkayê berdewam dike. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 24 kesan. Komên agirkujiyê di dawiya hefteyê de ji bo vemirandina şewatên li Palisades û Eatonê pêş ketin. Lê belê ji ber bagera ku dê bandora wê heta roja Çarşemê bidome, fikar hene ku şewat bêhtir belav bibe.
Li gorî nûçeya BBCyê; şîrketa analîzkirina rewşa hewayî ya Accuweatherê ragihand ku dibe şewat bibe sedema ziyanên bi qasî 250 milyar dolaran. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 16 jê li herêma Eatonê û 8 jî li herêma Palisadesê ne. Li van her du herêman 23 kes jî winda ne.
Di heman demê de li Palisadesê zêdetirî 23 hezar donimên erd şewitîn û ji sedî 14ê şewatan hatine kontrolkirin. Di şewata li Eatonê de jî zêdetirî 14 hezar donimên erd şewitîn û ji sedî 33yê şewatan hatine kontrolkirin. Di şewata li Hurstê de zêdetirî 199 donimên erd şewitîn û hema hema piraniya şewatê hatiye kontrolkirin. Beriya niha jî şewata li Kenneth, Archer, Sunset, Lidia, Woodley û Olivasê hatibûn kontrolkirin.