Stenbol – TJA, DEM Partî û HDKê dê di 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê de li Kadikoyê meş û mitîngeke li dar bixe. Jinan bang li hemwelatiyên Stenbolê kirin û gotin: “Em ê li qadan Roja Rojava ya Cîhanê pîroz bikin. Jin, ciwan û tevahiya gelê me divê tev li meş û mitîngê bibe. Ji bo azadiya Rojava em ê li qadan bin.”
Di 25ê Çileyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 30 nûnerên partî û saziyan, bi rojeva Rojava li Brukselê civiya bûn. Di civînê de 1ê Sibatê wekî “Roja Rojava ya Cîhanê” hate ragihandin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) DEM Partîi û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo piştgirî bide berxwedana Rojava û ji bo 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê li Qada Îskeleyê ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê dê saet di 15:00an de meş û mitîngeke li dar bixe. Dê gel pêşî li ber Peykerê Bogayê kom bibin û heta Qada Îskeleya Kadikoyê bimeşin.
Rêvebera DEM Partiyê ya navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê Hanim Kuru, endamên Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Onverdî û Şukran Demîr têkildarî mitîng û meşê bang li gel kirin û gel vexwendin meş û mitîngê.
‘Divê tevahiya gelê me tev li meş û mitîngê bibe’
Hanim Kuru diyar kir ku li dijî êrişên li ser Rojava ew ê meş û mitîng li dar bixin û wiha axivî: “Roja yekşemê dê di 1ê Sibatê ‘Roja Rojava ya Cîhanê de ji heft salî heta heftê salî dê bimeşin. Em bang gelê xwe dikin ku li dijî êrişên li ser Rojava şermezar bikin rabin. Em ê li qadan bin, divê tevahî gelê me tev li meş û mitîngê bibe. Em ê li qadan Roja Rojava ya Cîhanê pîroz bikin. Jin, ciwan û tevahiya gelê me divê tev li meş û mitîngê bibe. Ji bo azadiya Rojava em ê li qadan bin.”
‘Em li benda tevahiya gelê xwe ne’
Endama Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr jî anî ziman ku ew ê ji bo Rojava li qadan bin û got: “Roja yekşemê em ê li Kadıkoyê mitîng li dar bixin. Em li benda tevahiya gelê xwe ne. Li Rojava êriş li ser jinan pêk hat, ji bo tundiya li ser jinên Rojavayî bê rawestandin ev mitîng girîng e, divê gelê me tev li bibe.”
‘Em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê’
Endama Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî destnîşan kir ku li dijî êrişên li ser Rojava ew li ser pêyan e û ev bang kir: “Ji bo dorpêça li ser Rojava bi temamî rabe, êrişên HTŞê yên li ser Rojava bi temamî bên rawestandin, em ê li navçeya Kadikoyê bên cem hev. Em hemû gelê xwe vedixwnînin mitîngê.”










