Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk avahiya şaredariya bajarokê El Huriye yê bajarê Tebqayê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya ANHAyê; balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk avahiya Şaredariya Gel a bajarokê El Huriye ku 40 km li bakurê rojavayê bajarê Tebqayê ye bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber bombebaranê xesara madî çêbûye.