Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê derdora stasyona kehrebê ya bajarokê El Curniye bombebaran kir.
Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHAyê ji kantona Tebqayê dane, balafirên bêmirov (SÎHA) yên Tirkiyeyê derdora stasyona kehrebê ya bajarokê El Curniye yê girêdayî kantona Tebqayê ku dikeve gundewarê başûrê Bendava Tişrînê bombebaran kir. Nûçegihanên ANHAyê anîn zanîn ku 5 caran bênavber derdora stasyon hat bombebarankirin û di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûne. Di 2yê Çileyê de SÎHAyan dîsa firna heman bajarokî bombebaran kiribû û zirarên madî çêbûbûn.