Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û dijberiya şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê. SÎHAyê karwan bombe kir û gelek birîndar hene.
Karwana ku serê sibê ji Hesekê derket rê û xwestin biçin Tişrînê rastî êrîşa SÎHAyê hat. SÎHA û komên çeteyan ji hewayî û bejahî êrîşî herêmê dikin, karwanê wesayîtên gel jî kirin hedef. Nûçegihanên ANHAyê ji herêmê ragihandin ku karwanê wesayîtan ê gel, ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek ên Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin. Hat gotin ku di êrişê de kuştî û birîndar hene.