Balafirên bi çek û bêmirov (SÎHA) ya Tirkiyeyê li rojavayê Eyn Îsayê l ser leşkerên rejîmê bobme barand û di êrîya hewayî de 15 leşkerên rejîmê kuştin.
Leşkerên rejîmê piştî ku ji bejahiya rojavayê bajarê Eyn Îsa yê Kantona Firatê xwe vekişandin, bûn hedefa êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) ya Tirkiyeyê. Di şeva 8ê Kanûna 2024an de li gundê El Mustareha yê li rojavayê Eyn Îsayê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ji 60 leşkerên rejîmê 15 leşker hatin kuştin. Hejmara giştî ya qurbaniyên êrîşa li gund diyar nebû. Di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûn.