Wan – Şîna endama YJA-STARê Zozan Ayaz ku di 13ê Hezîrana 2018an de li Herêma Kurdistana Federe di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Şîna ji bo endama YJA-Starê Zozan Ayaz (Berçem Berxwedan) ku hate ragihandin ku di 13ê Hezîrana 2018an de li herêma Xakurkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyaretkirin. Bi sedan kesan serdana şîna li taxa Mamedalan a navçeya Qelqelî ya Wanê kirin. Her çend destûr nehat dayîn ku li mala sersaxiyê ya li taxê ku niştecihên taxê bi xwe çêkirine, sersaxî bên qebûlkirin jî, malbatê di baxçeyê xwe de sersaxî qebûl kir. Merasîma sersaxiyê ya du rojan bi xwendina mevlidê bi dawî bû.
















