Şîna rojnameger Nazim Daştan ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopand di êrîşa SÎHAyê de li gel rojnamevan Cîhan Bîlgin jiyana xwe ji dest da, bi girseyî didome.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi SÎHAyên dewleta tirk hatin kuştin. Malbata Daştan xwest şîna xwe li Mala Şînê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê dane. Polîsan xwediyê mala şînê gazî îfadeyê kir û nehişt li vir şîn were danîn. Li ser vê yekê malbatê şîna xwe li baxçeyê mala xwe danî. Tevî dorpêça polîsan jî gel bi girseyî diçe malbata Daştan û sersaxiyê ji malbatê re dixwaze. Serdana gel bigirseyî dedome. Îro jî nûnerên saziyên civakî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) serdana malbatê kirin. Rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajarên Agirî, Îdir û Qersê û navçeyên wan, aktîvîstên TJA, hevşaredarên Bazî û Îdirê û bi sedan welatî tev li bûn.
Di şînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Nûnerê MEBYA-DERê yê Agiriyê Burhan Kartal axivî. Kartal, diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna man û nemanê dide û ev tişt anî ziman: “Nazim û Cîhanê ji bo parvekirina heqîqetî, canê xwe feda kirin. Em, bejna xwe li hemberî têkoşîna xebatkarên Çapemeniya Azad ditewînin.”