Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir serdana şîna rojnameger Azîz Koyluoglû kirin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku dewletê sûcê şer kiriye û got: “Hemû hevalên di têkoşîna heqîqetê de cih girtin dê di têkoşîna me de bijîn.”
Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27ê Çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla SÎHAya dewleta Tirk ve hatibû kuştin. Malbata Azîz Koyluoglû û Çapemeniya Azad ji bo Koyluoglû li Mala Şînê ya Hevêdan a Pasûriyan a li navçeya Rezana Amedê şîn danîn. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir hatin serdana şînê. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên Amed û Êlihê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên MEBYA-DERê, endamên OHDa Amedê û gelek welatiyan jî di serdanê de cih girtin.
Her wiha malbata rojnameger Gulistan Tara ku di 23yê Tebaxa 2024an de bi SÎHAya dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi rojnamevan Hêro Bahadîn re hatibû kuştin jî hate serdana şînê. Di serdanê de ji bo şehîdên Çapemeniya Azad rêz hate girtin û piştre jî ji malbatê re sersaxî hate xwestin.
Rol û rista Çapemeniya Azad
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdanê de axivî û got ku Çapemeniya Azad yek ji riha herî berxwedêr a gelê Kurd e û wiha got: “Rojnameger Azîz Koyluoglû tevî hemû zehmetiyan jî tu caran xwe ji vegotina heqîqetê paşve neda. Ji Mûsa Anter heta Gurbetellî Ersozan, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgînan, di her gava têkoşînê de gelê Kurd bêhtir nêzî azadiyê kirin û bûn neferên têkoşîna heqîqetê. Bêguman dê hevalên me di têkoşîna me de bijîn. Lê em vê jî dizanin; heke piştî hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re qala serdemeke nû were kirin, di avabûna vê pêvajoyê de rola Çapemeniya Azad pir mezin e.
Çapemeniya Azad dev ji hiqîqetê berneda. Qetilkirina Azîz Koyluoglû, qetilkirina Nazim û Cîhanê sûcekî şer e. Gelê Kurd ê hem têkoşîna xwe hem jî muzakereyan bidomîne. Ev heval dê di têkoşîna me de her dem bijîn.”