• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

Amed / AW

17 COTMEH 2025 - 14:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê Foruma Avê ya Mezopotamyayê ya 2yemîn dest pê kir û dê sê rojan bidome. Di axaftinên destpêkê yên forumê de hate destnîşankirin ku axa Mezopotamyayê çavkaniya avê ye û divê her kes xwedî li av û axa xwe derkeve.

Foruma Avê ya Mezopotamyayê ya 2yemîn bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Foruma Avê ya Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo 3 rojan li avahiya ÇandAmedê tê lidarxistin. Roja yekemîn a forumê dest pê kir. Gelek nûner û rêveberên sazî û dezgehên ekolojiyê yên li Kurdistanê tev li forumê bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Forumê axaftina destpêkê Fatîh Şahîn kir. Fatîh Şahîn di axaftina xwe de bal kişand ser îsrafkirina avê û talankirina xwezaya Kurdistanê.

Di forumê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun, Serokê TMMOBê Emîn Koramaz, li ser navê Kampanya Dîcleyê Zîndî Bigire Îsmaeel Dawood û li ser Tevgera Ekolojiyê jî Derya Akyol axivîn û polîtîkayên avê nirxandin.

‘Mezopotamya cih û warê avê ye’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî axivî û wiha got: “ Qonaxa destpêka mirovahiyê Mezopotamya ye. Mezopotamya keleha kedê ye û îro jî av li Mezopotamyayê çavkaniya herî sereke ye. Mezopotamya bi av û xweza tê nasîn.”

‘En dawî li krîza avê bînin’

Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û wiha got: “Di pergala kapîtalîst de pirsgirêka avê her roj zêde dibe. Peywîra me ya yekemîn xwedîderketina li avê ye. Em bang li hemû kesî dikin ku rê li ber îsrafkirina avê bigirin û em bi hev re dawî li krîza avê bînin.”

Bername dê heta roja yekşemê bi rûniştin û nirxandinên cuda yên li ser avê berdewam bike.

Etîket: avÇigdem kiliçgun UçarDogan HatûnForuma Avê ya Mezopotamyayê ya 2yemînMezopotamyaXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

Bi hatina biharê Rewanduz bi rengê kesk xemilî

9 NÎSAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ya ku em pîroz dikin ji nû ve zayîna me hemûyan e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ya ku em pîroz dikin ji nû ve zayîna me hemûyan e

3 NÎSAN 2026
Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

1 NÎSAN 2026
Komîteya Amadekar û Hevşaredarên Amedê Newroza gel pîroz kirin

Komîteya Amadekar û Hevşaredarên Amedê Newroza gel pîroz kirin

21 ADAR 2026
Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

17 ADAR 2026
Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê dike: Yekîtî û berxwedan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (596)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne