Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şanoya Bajêr a Amedê têkildarî qetilkirina Bavê Teyar daxuyanî dan û gotin: “Em van êrîşên dijmirovî bi tundî şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê dengê Cûma Xelîl ku dengê huner, berxwedan û azadiyê bû bilindtir bikin.”
Şanogerê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm ê ku bi navê Bavê Teyar dihat nasîn, di 18ê Çileyê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bûbû. Bavê Teyar îro li îro, danê nîvro li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şanoya Bajêr a Amedê têkildarî qetilkirina Bavê Teyar daxuyaniyeke nivîskî weşand û qetilkirina Bavê Teyar şermezar kirin.
‘Hunermendekî bi sekna xwe li dijî zilmkaran disekinî bû’
Daxuyanî wiha ye: “Hunermend Cûma Xelîl Îbrahîm ê ku bi navê Bavê Teyar dihat nasîn di bombebarana li ser gelê sivîl ê li Tişrînê de jiyana xwe ji dest da. Li Kurdistanê bi şanoya xwe, bi skecên xwe bibû mêvanê her malekê û di dilê gel de cih girtibû. Cûma Xelîlê ku bi kenê xwe, bi gotinên xwe, bi sekna xwe û bi hunera xwe bû dengê gel, ne tenê li ser sehneyan li her qada jiyanê jî li pêş bû. Ew hunermendekî ku tim bi hunera xwe, bi kenê xwe, bi sekna xwe li dijî zilmkar û zordaran disekinî bû.
Em ê denge Cûma Xelîl ê berxwedan û azadiyê bilindtir bikin
Rola xwe ya hunermendiyê ya pêşengtiyê careke din bi lehengî bi cih anî û ji me xatir xwest. Em van êrîşên dijmirovî bi tundî şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê dengê Cûma Xelîl ku dengê huner, berxwedan û azadiyê bû bilindtir bikin. Ne êrîşên hovane ne jî hemû zextên dijmirovî dê nikaribe dengê gel, dengê azadiyê û dengê hunermendan bibire.
Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin
Em bejna xwe li ber hunermendê gel Cûma Xelîl ditewînin û em ê xwedî li mîrateya wî ku temenekî bi hunerê, tekoşînê û berxwedanê tije bû derkevin. Hûn ala welat û hunera azad in…”