Fermandarê HSDê Sîpan Hemo diyar kir ku çi ji destê wan were, ew ê alîkariya gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin û ev tişt anî ziman: “Gel wê li taxên xwe xwedî derkevin û planên dijmin têk bibin.”
Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana li dijî êrîşan, peyamek bi dîmen weşand.
Sîpan Hemo, diyar kir ku ji 5’ê Çileyê ve li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş pêk tên û got: “Herdu tax biyaniyên van êrîşan nîn in, lê vê carê êrîşek pir hovane heye.”
Sîpan Hemo destnîşan kir ku dinya van êrîşan ji nedîtî ve tê û bêdengî şermezar kir.
Hemo diyar kir ku berxwedan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûye çandek û got: “Dema dibêjin Eşrefiye û Şêxmeqsûd tenê berxwedanî tê bîra mirov. Em bawer dikin gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê di vê berxwedana xwe de jî hemû planên dijminan têk bibin, wê serkeftinê bikin aydê xwe û ya gelê kurd.”
Fermandar Sîpan Hemo bi bîr xist ku ew weke HSDê di çarçoveya Peymana 1ê Nîsan a 2025an de hêzên xwe ji herdu taxan kişandine û wiha dom kir: “Li wir meclisa taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ewlekariyan taxan digirin.”
Sîpan Hemo anî ziman ku Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê îro bi daxuyaniyekê aşkere kirine ku ew ê berxwedan û sekna xwe ya rûmetê bidomînin. Hemo diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya meclisê û wiha bi dawî kir: “Ji destê me were, em ê alîkariya wan bikin. Mafê tu kesî nîn e ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji cihê wan derxîne. Gel wê li taxên xwe xwedî derkevin û planên dijmin têk bibin. Ez tevahî şervanên li çeperan şer dikin û sekna gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê silav dikim. Em dibêjin ku ev berxwedan wê bi ser bikeve.”













