Çalakvana mafên jinan Şîrîn Ebadî diyar kir ku dema Îsraîlê, Girtîgeha Evînê bombebaran kir, hêzên rejîma Îranê bi ser girtîgehê de girtin e, îşkence û tûndî li girtiyan kirine û girtiyan veguhestine Girtîgeha Mezin a Tehranê.
Çalakvana mafên jinan û wergira xelata nobelê ya aştiyê Şîrîn Ebadî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên Girtîgeha Evînê ya piştî êrişa Îsraîlê, li ser hesabê xwe yê Telegramê agahiyan parve kir.
Şîrîn Ebadî diyar kir ku piştî Îsraîlê êrişî ser girtîgeha Evînê kir û girtî ji bo girtîgehên din hatin veguhestin, hêzên rejîma Îranê li dijî girtiyan dest bi îşkencekirin û heqaretê kirin e. Şîrîn Ebadî dibêje: “Di dema êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de, bi sedan gardiyanên girtîgehê bi ser girtiyan de girtin e, îşkence û tûndî li girtiyan kirin e. Piştre di nava şert û mercên nemirovî de girtiyan ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatine veguhestin.”
Girtîgeha Evînê yek ji girtîgehên herî mezin a Îranê ye û ji bo rejîmê cihekî taybet e. Ev girtîgeh li taxa Şehran a li bakurê Tehranê ye. Roja 24ê Hezîranê Îsraîlê, Girtîgeha Evînê bombebaran kiribû. Piştre girtiyên di wê girtîgehê de ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatibûn veguhestin.