• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Siyasetmedaran nirxand: Rêberê PKKê li ser gotina xwe sekinî

Navenda Nûçeyan /AW

11 TÎRMEH 2025 - 17:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedaran têkildarî merasima Koma Aştî û Civaka Demokratîk a îmhakirina çekan nirxandin kirin û anîn ziman ku PKK li ser gotina xwe rawestiya û xwestin ev pêvajoya aştiyê derbasî qonake nû ya siyasî û hiqûqî bibe.

Komek gerîllayên PKKê bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Silêmaniyê bi merasimeke girseyî çekên xwe îmha kirin û bersiv dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî merasimê serok û nûnerên partiyên siyasî fikrên xwe parve kirin.

Bafil Talabanî

Serokê YNKê Bafil Talebanî destnîşan kir ku biryara gerîla ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêya dîyalog û aştiyê pêngaveke dîrokî ye. Biryara gerîla ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêya dîyalog û aştiyê pêngaveke dîrokî ye. Baweriya me bi temamî heye, xwînrijîn mijarê kûrtir dike. Niha serdema bêdengkirina çekane, çûna ser mêzeyê gotûbêjê ye ji bo bidestxistina mafê rewa yên hemû aliyan. Ew pêngava aştiyê ku Mam Celal danî em îro bi cih tînin.”

Ozgur Ozel: Partiya me bi aştiyê re ye

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, têkildarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da. Ozgur Ozel, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtl got: “Partiya me bi aştiyê re ye.” Ozel, anî ziman ku wan şewitandina çekan “bi dilxweşî” pêşwazî kirine û got: “Di serî de rehmetî Sirri Sureyya Onder, em spasiya hemû siyasî û rayedarên ji bo pêvajo bigihije vê qonaxê ked dayîne dikin. Hêvîdarin ku ev gav bibe destpêka serdema bi temamî bêdengbûna çekan. Divê ev pêvajo; bêyî ku tu partî, derdorên civakî li derve bên hiştin û bêyî ku ji gel tiştek were veşartin, hewceye di bin sîwana Meclisê de, mutebeqeta civakî esas were girtin û bi gavên lez û bibiryar were birêvebirin.”

Nûman Kurtulmuş: Meclis pêvajoyê dişopîne

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji bo çendek hevdîtinan çû Bosna-Hersekê. Kurtulmuş, têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKKê axivî û got ku pêvajo wekî hatiye plankirin pêş dikeve û got: “Her tişt bi niyetekê baş pêş dikeve. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Xebatên me yên ji bo komîsyonê êdî ber bi dawiyê ve ne. Pêvajo, ji hêla Meclisê ve ji nêz ve tê şopandin. Em ê tespît bikin bê ka ji ewil dê kîjan mijar bên destgirtin. Yek ji meseleya esasî ya komîsyonê, berdana çekan û şopandina pêvajoya fesixkirinê ye.”

Neçîrvan Barzanî: Em amade ne ku alîkariyê bikin

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî têkildarî merasîmê li ser hesaba xwe ya platforma X’ê peyamek da û got: “Dê pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû bike. Em piştrastin ku ev gav dê pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû bike û gavên pratîk ên ku dê pêvajoya rast pêş bixe jî li pey bên avêtin. Di vê oxirê de, wekî her carê em amade ne ku her cureyên alîkariyê bidin û ji bo hêsankirinê peywira dikeve ser milê xwe bicih bînin.”
Nêçîrvan Barzanî, got: “Ji bo hewldan, piştevanî û keda birêz Serokkomar Erdogan a ji bo serkeftina pêvajoyê aştiyê, spasiya wî dikim û wî pîroz dikim.”

Dewlet Bahçelî: Sazumankarê PKKê li ser gotina xwe rawestiya

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî piştî merasîmê daxuyaniye destpêkê da. Bahçelî anî ziman ku ji aliyekî ve welat, li aliyê din jî herêm ber bi serdemeke nû û bi hêvî gav bi gav diçe. Ji xwe weke ku ji peyama dawî ya bi dîmen jî tê fêhmkirin, rêberê damezrîner ê PKKê li ser gotina xwe sekinî, soza xwe bi cih anî û gefên navneteweyî û herêmî di dema xwe de dît.”

 

Etîket: Numan KurtulmuşOzgur Ozel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nûman Kurtulmuş: Ger komîsyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê

Kurtulmuş: Çi gotina kî hebe bila li qada siyasetê bêje

25 SIBAT 2026
Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

Hevdîtina Kurtulmuş ya bi Koma Yenî Yolê re dest pê kir

25 SIBAT 2026
Numan Kurtulmuş bi Ozgur Ozel re civiya

Numan Kurtulmuş bi Ozgur Ozel re civiya

24 SIBAT 2026
Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû

Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû

24 SIBAT 2026
Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

24 SIBAT 2026
Tulay Hatîmogullari: Bêdengî hevkariya sûc e   Tuncer Bakirhan: Aloziya Sûriyeyê li dijî pêvajoyê darbe ye

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtinê bikin

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (545)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne