Li gorî rapor û daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) balafirên Tirk ên bêmirov û biçek di rojekê de çar caran êrîşî çoltara Reqqa ku di kontrola HSDê de ye kirine.
Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên şer ên bêmirov û biçek çar caran êrîşî gundê Teînah yê di navbera duriyana Karakozaqê û Sareenê ye kirine. Li gorî daneyên SOHRê hat zanîn ku balafirên şer êrîşî kamyona petrolê û maşineyek din kirine. Nehat zanîn ku ka kes mirine an na?
Li gorî daneyên SOHRê di sala 2024an de Tirkiyeyê bi balafirên şer ên bêmirov 205 caran êrîşî herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di van 205 êrîşên hewayî de 102 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di van êrîşan de dîsa 53 şervan bi giştî 79 sivîl birîndar bûne. Li gorî daneyan di êrîşan de 52 kes şervanên HSDê û 18 kes jî leşkerên rejîme bûn. Ji 102 kesên hatin kuştin zarok û jin jî di navde 32 kesên sivîl hatin kuştin.
Li gorî daneyan di 2024an be balafirên şer 142 caran êrîşi herêma Hasekê, 11 caran êrîşî herêma Reqayê û 52 caran jî êrîşî 52 Helebê kirine.