SOHRê ragihand ku di şerê li Sûriyeyê de, sivîl jî di nav de 237 kesan jiyana xwe ji dest dan e.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di pevçûn û şerê li bajarên Sûriyeyê de, ji hêzên girêdayî HTŞê 50, ji artêşa rejîmê ya berê 45 herî kêm 95 leşker hatine kuştin.
SOHRê diyar kir ku li Latkiyeyê 76, li Tartus 60 û li Hamayê jî 6 bi giştî 142 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku ji her du aliyan jî bi dehan birîndar, winda û dîlgirtî hene.