Li Dêrazor, Heleb û Cerablusê ji ber teqîna bermahiyên şer 4 kesan jiyana xwe ji dest da. SOHR dide zanîn ku ji destpêka salê ve 49 kes ji ber bermahiyên şer mirin e.
Li gundê Eyaş ê rojavayê Dêrazorê du zarokan dema bi bombeyeke destan dilîstin, bombe bi wan ve teqiyan. Her du zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Ebû Teltel ê rojhilatê bajarê Helebê jî ji ber teqîna moşekekê ya bermehiyên şer du welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Muhsenlî yê ser bi Cerablusê ve ku ji aliyê komên çete ve hatiye dagirkirin, şêniyek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ANHAyê ku spartiye Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve ji ber teqîna bermahiyên şer 12 jê zarok û 2 jin bi giştî 49 kesan jiyana xwe ji dest da, 35 jê zarok 67 kes jî birîndar bûn.