Li gorî daneyên SOHRê di êrîşên ji Adara 2025an heya dawiya Tîrmehê di 150 rojan de herî kêm 3 hezar û 278 sivîl hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bûyerên li Perava Sûriyeyê û Siwêdayê jî di nav de di 5 mehan de li Sûriye kuştina 3 hezar û 278 kesan belge kiriye. Ev serjimariya navendê ji destpêka adara sala 2025an û heta dawiya meha tîrmehê digre nava xwe. Li gorî serjimariya SOHRê, hejmara zêde ya kuştiyan li herêma Perava Sûriyeyê û bi taybet li Laziqiyê, Tertûs, her wiha Humis û Hemayê pêk hatine. Gelek kes li qadan hatin darvekirin.
Gelek bûyerên kuştin û revandina jin û zarokan jî hatine hatine belgekirin. Li gorî serjimariyê ji komkujiya li Perava Sûriyê û heta bûyerên Siwêda ya li dijî Durziyan hejmara kuştiyan gihiştiye 3 hezar û 278’an. Ji wan 46 zarok û 98 jin hemû li Peravê, Humis, Hema û Siwêdayê pêk hatin.