Şirnex – Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer anî ziman ku taybetmendiya şoreşa 19ê Tirmehê şoreşa jin û civakê ye û got: “Şoreşa 19ê Tirmehê Şoreşa Netewa Demokratîk e. Ne şoreşa desthilatdariyê ye. Me Civaka Demokratîk esas girt û saziyên xwe li gor wê saz kir.”
Li Suriyeyê di sala 2011an de bi navê “Bihara gelan” weke gelek dewletên Ereb serhildana gelan pêkhat û pişt re jî veguherî şerê navxweyî. Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê li bajarên rojavayê Kurdistanê gel rabû serhildanê û bi îlankirina kantonan xweseriya xwe ava kirin. Piştî têkbirina DAIŞa ku du dewletan nekarî bû pêşiya wan bigire bi pêngava 19ê Tirmehê “Şoreşa Rojava” re ango bi Şoreşa Gelan re Kurdan bi gelê herêmê re dest bi pêvajoya avakirina jiyaneke nû kirin. Li ser esasê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pergala netewdewlet pêş xistibû, jiyaneke nû ya wekhev hat ava kirin. Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat rûniştandin û hemû gelê herêmê bi hev re bi awayekî wekhev û azad dijîn. Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk li gundan komun hatin avakirin, li bajarok û bajaran Meclis û di ser Meclisan re jî kanton hatin avakirin. Bi vê yekê re beşdarbûna gel a nava rêveberiyê esas hat girtin û gel xwe bi xwe rê ve dibe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji hunerê heta çandê gelek gav hatin avêtin. Di ronahiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Abdullah Ocalan de modela yekem a cihanê pergala Neteweya Demokratîk roj bi roj şîn û geş dibe. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk li dijî alozî û şerên ji ber pergala netew dewletan taybet ji bo gelên bindest û ji bo hemû gelan dibe hêvî. Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer têkildarî Şoreşa 19ê Tirmehê û rêvebirina pergala Netewa Demokratîk ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Şoreşa 19ê Tirmehê şoreşa jin û civakê bû’
Hesen Koçer anî ziman ku Şoreşa 19ê Tirmehê di encama pergala netewperest a navendî ya Suriyeyê de derket holê û ev tişt gotin: “Neteweyên cûda yên di nava Suriyeyê de di bin zilmê de bûn. Ziman û çanda Kurdî di nava Suriyeyê de qedexe bû. Ji bo di navbera Kurd û Ereban de alozî û şer hebe hewldan hebûn. Di rojên dawî de komkujiyên pêk tên jî encama vê hişmendiyê ye. Pergala navendî ya netewperestî ji bo Suriyeyê ne guncav bû û ji bo wê jî di nava xwe de hilweşiya. Taybetmendiya Şoreşa 19ê Tirmehê şoreşa jin û civakê bû. Şoreşên berê ku pêkhatin armanc ew bû ku xwe bigihînin desthilatdariyê an jî dewletekê xira bikin û şûna wê yekê ava bikin. Lê Şoreşa 19ê Tirmehê şoreşa jinan û civakê bû. Armanc ne desthildarî rêxistinkirina civakê bû.”
‘Pergala Neteweya Demokratîk xwe bi hemû dinyayê da îspatkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Hesen Koçer bi lêv kir ku di destpêke hezên parastinê ji bo gel biparêzin weke YPG û YPJê dest bi rêxistin kirina gel kirin û wiha pê dê çû: “Li dijî êrişên hundirîn civak parastin weke erkek bû. Hezên me yên parastinê jî di dinyayê de xwe îspat kirin. Hem di şerê li dijî DAIŞê de û hem jî şerê li dijî Tirkiyeyê de bi berxwedana xwe li hemû dinyayê deng vêdan. Şoreşa 19ê Tirmehê Şoreşa Neteweya Demokratîk bû ne şoreşa desthilatdariyê bû. Civaka Demokratîk em esas digirin û saziyên xwe jî li gor wê saz kirin. Saziyên me yên aborî, tendûristî, perwerde, çand û hemû sazî li gor demokratîkkirina civakê dixebitin. Me li ser bawerbûna civakê û baweriya heza xwe ya cewherî şoreş pêkanî û li ser wê pergala Netewa Demokratîk saz kir. Pergala Netewa Demokratîk jî li xwe hemû dinyayê da îspatkirin. Tevî hemû êrişan jî bi hêza xwe ya cewherî xwe parast. Di dinyayê de cara yekem me pergala hevserokatiyê esas girt. Jin di hemû qadan de cih digirin. Modeleke wisa di dinyayê de tune ye.”
‘Tirkiye û DAIŞê tifaq kiribûn’
Hesen Koçer diyar kir ku wan di nava şer de jî pergala xwe ava kir û ji aliyekî ve şer ji aliyekî ve jî pergala Neteweya Demokratîk didan rûniştandin. Hesen Koçer destnîşan kir ku li gor paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2011an de bi avakirina TEV-DEMê dest bi avakirina pergalê kirine û wiha axivî: “Pişt re jî Meclîsa Gel ava bû. Di Meclisê de biryar dihatin girtin û ji aliyê TEV-DEMê ve jî biryarên hatine girtin pêkdihatin. Di sala 2014an de Rêveberiya Xweser hat ragihandin û kantona Cizîrê hat ragihandin û pergala kantonan hat damezrandin û pişt re jî kantona Kobanê û Efrînê hat damezrandin. Piştî me Rêveberiya Xweser ragihand li ser Rojava êrişên mezin pêk hatin. Hêzên me jî parastineke mezin kirin û herêm parastin. Taybet li ser Kobanê êrişên mezin pêkhatin. Tirkiye û DAIŞê tifaq kiribûn. Lê berxwedana YPGê û YPJê ya Kobanê û tevlibûna gelê me yê bakurê Kurdistanê û Kobanê parastin û gotin ‘Encax hûn pêl cenazeyê me dikin û dikarin bikevin Kobanê.’ Berxwedaneke bi îrade bû, îradeya hemû Kurdan bû. Lê têkbirina êrişan şoreşa me jî bi heztir kir û gelek herêm ji DAIŞê hatin rizgarkirin.”
‘Me dijminatiya di navbera gelan de şikand’
Hesen Koçer derbarê pergala Neteweya Demokratîk de anî ziman ku rêveberiyeke ji komîn û Meclisan pêktê esas digrin û wiha qal kir: “Ji aliyê parastinê ve Meclisa Lêşkerî ava bû. Ji aliyê civakî ve jî li ser esasên Meclisên sivîl ava bûn. Ew jî pergaleke kantonan e. Her wiha pergala komunan pêşket. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê edî rêveberiyeke komun, Meclis û Meclisên giştî yên weke parlamentoyê dan rûniştandin. Pergala me pergaleke Konfedaralîzma Demokratîk e. Bandora vê pergalê li ser hemû dinyayê jî kir. Me dijminatiya di navbera gelan de şikand û li ser esasê pergala Neteweya Demokratîk pergala xwe pêşxist. Piştî 2020an şûn ve ji bo derbaskirina kêmasiyên pergalê Peymana Civakî ragihand. Di sala 2024an de jî ew Peyman ket meriyetê.”
Ji komunan heta Meclisan gel bi xwe biryaran digire
Hesen Koçer da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî 3 Meclis hene û axaftina xwe wiha domand: “Meclîsa Gelan a Demokratîk heye. Ew weke parlamentoye. Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê heye. Hemû Meclisan erkên wan cuda ne. Meclisa Gelan piştî peymana civakî hinek guherandin pêk anîn. Erkên şaredariyan zêdetir bûn. Em wisa difikirin ku erkên şaredariyan hê zêdetir bikin. Her wiha li şûna desteya şaredariyan wisa difikirin ku yekitiya şaredariyan ava bikin. Pergala me ji komunan dest pê dike piştî komunan bajar, bajarok û kanton in. Hevserokê komunê hevserokên Meclisan in jî. Hevserokên bajar jî endamên kantonan in. Lê hemû jî biryarên xwe bixwe digirin. Komunan heta bajêr û kantonan. Pergala me li ser vê esasê hatiyê sazkirin.”
‘Divê pergala Neteweya Demokratîk li hemû Suriyeyê pêk were’
Di dawiya axaftina xwe de Hesen Koçer bal kişand ser êrişa HTŞê ya li dijî Durziyan û ev tişt anîn ziman: “Êrişên dawî jî hişmendiya netewperestiyê ne. Dibêjin Durzî ne misilman in em ê êriş bikin, Kurd ne misliman in em êrişî wan bikin. Bi vê hişmendiyê nikarin dewletê ava bikin. Qanûnan jî çêbikin vala ye. Hişmendiyeke qirêj e. Weke Rêveberiya Xweser em ê li dijî van komkujiyên pêk hatinê piştgiriya maddî bidin Durziyan. Gelê Suweyda gelekî resen yê Suriyeyê ye. Ji ber wê nêzikatiyê bê baweriya gel û dewletê jî zêdetir dike. Heke em pergala Neteweya Demokratîk di nava hemû Suriyeyê de pêk neînin dewleta Suriyeyê jî nikare bibe dewlet. Hemû mintiqê divê xwe rêvebibe.”