• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

    Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

    Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Şoreşa Rojava bû şoreşa gelê cîhanê’

Mehmet Alî Ertaş / AW

18 TÎRMEH 2025 - 14:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevseroka Giştî ya PYDê Pervûn Yusuf anî ziman ku Şoreşa 19ê Tîrmehê bi pêşengiya jinê pêş ket û wiha got: “Di serdema Rejîma Baasê de li gorî destûrê diviya bû serokê hikûmetê misilman û zilam bûya. Lê bi Şoreşa Jinê re êdî jinê di hemû saziyan de pêşengî kir. Şoreşa Rojava bû şoreşa gelên cîhanê.”

Pervên Yusuf bal kişand ser bandora şoreşê û got: “Piştî şoreşa Rojava jinan di hemû saziyan de cih girt û pêşengtî kir.” 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyiyê di 19ê Tîrmeha 2012an de di pêşengiya jinê de şoreş pêş ket. Di sala 2010an de li welatên Ereban pêla serhildanê li Tûnisê dest pê kir, gav bi gav herikî nava her bajar û welatî. Piştî demekê navê serhildanê bû bihara gelan. Ev bihar di sala 2011an de derbasî Sûriyê bû. Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên ku bi salan bû di bin zilma rejîma Baas de dijî rabû ser piyan. Vê rabûn heqîqeta xwe ya herî şênber û pîroz di pêngava 19ê Tîrmehê de pênase kir. Ji ber şoreşa 19ê Tîrmehê ku weke şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê hate nasîn, di nava demeke kin de veguherî şoreşa hemû gelên Sûrî. Gelê Ereb, Sûryan, Çerkez, Ermen, Tirkmen bi baweriyên xwe yên cihêreng ve pênaseya xwe ya şênber di nava şoreşa 19ê Tîrmehê de dîtin. Gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê 13 sali in vê şoreşê pîroz dikin.

Em li ser Şoreşa 19ê Tîrmehê ya Rojava bi Hevseroka PYDê Pervîn Yusuf re axivîn. Hevseroka PYDê Pervîn Yusuf ewil 13emîn salvegera 19ê Tîrmehê Şoreşa Rojava li gel pîroz kir û got: “Hemû kesên bedelên giran dane û bi taybet malbatên şehîdan û di van 13 salan de bûne xwedî çand, nasname û ziman tevan pîroz dikin. Bi saya berxwedan û baweriya wan hişt yekîtiya gelan ava bibe. Hişt ev şoreş li tevahiya Sûriyê mezin bibe û bibe mînak. Ji bo demokratikbûna Sûrî û hevgirtina gelan hişt ku bibe mînak. Îro roj bi roj li dijî gelan şerekî mezin tê meşandin. Gelan li dijî hev didin şerkirin. Baweriyan li dijî hev didin şerkirin. Ereban li dijî gelê din û elewiyan li dijî durziyan didin şerkirin. Dema îro em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinerin em nikarin wê kedê ji bîr bikin. Ew şoreşa ku 13 sal berê bi bawerî, ked û têkoşinek mezin hêdî hêdî mezin bû îro bûye mînak ji bo hemû Sûriyeyê. Ji ber ku em xwediyê vê şoreşê ne, em pir kefxweş serbilindin. Ev şoreşeke wisa ye ku karibû Neteweya Demokratîk diyarî hemû gelan bike.”

‘Di qanûnên wan de divê serokê hikûmetê misilman û zilam be’

Hevseroka PYDê Pervîn Yusuf bal kişand ser destpêka Şoreşa Rojava û wiha pê zêde kir: “Di dema Şoreşa Rojava dest pê kir, Rejîma Baasê zextek wisa ava kiribû ku tenê zimanek, baweriyek û olek dihat naskirin. Di destûra hikûmetê de diviya bû serokê hikûmetê misilman û sûnî be. Diviya bû zilam be. Di wan şert û mercên serdema rejîmê de azadî, edalet, demokrasî û wekhevî tune bû. Gelên li Sûriyê ji ber van zextan bi salan êş kişand. Gelê Kurd xwedî ziman, çand û nasname ye. Lê hebûn, ziman û nasnameya wî nedihat naskirin. Dihat înkarkirin. Wê demê bingeheke xurt a pêşxistina şoreşê hebû. Gelê me wê demê bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Bi taybetî piştî tevgera Azadiyê derbasî Rojava bû, gelê kurd tev li şoreşê bû. Hevî û daxwazên xwe kom kir û rêxistina xwe ava kir.”

‘Gel li dijî hev didan şerkirin’

Pervîn Yusuf, da zanîn ku wê demê bihara ereban hebû û wiha lê zêde kir: “Bi salan rêxistina hat avakirin di vê pêvajoya bihara ereban de zemîneke xurt ji bo şoreşê ava kir. Vê rêxistinbûnê hişt ku gelê Kurd ji bo pêşxistina şoreşê pêşengiyê ji gelê Suriyê re bike. Belê gelê Sûrî guhertin û veguhertin dixwest. Lê hêza guhertinê di destê gelê Sûrî de nebû. Wê demê gelê Kurd bêtir xwedî rêxistin bû. Em li Bakurê Sûriyê daketin qadan. Me j bo azadiyê û wekheviya gelan dirûşm berz kirin. Me pêre şoreş pêx xist û pergala xwe da avakirin. Me pergala neteweya demokratîk û yekîtiya gelan ava kir. Wê demê hemû pêkhate li dijî hev dabûn şerkirin. Kurd li dijî elewiyan, sunî li dijî durziyan û pêkhateyên din li diji yên din bikar anîbûn. Lê îro ew hişmendî bi pêşketina şororeşê re şikest. Di serî de li Rojava hat şikandin û derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Gelê kurd pişti yekîtiya gelan ava kir, karibû li dijî DAIŞê pêşengiyê bike. Bi vê rêxistina xwe karibû gelê ereb, turkmen, durzi, suryan û hemû gelên din hembêz bike. Karûbû hêzeke mezin a wekî HSDê ava bike.”

‘Sazî di pêşengtiya jinê de têne rêvebirin’

Pervîn Yusuf anî ziman ku ev şoreş ji bo hemû Sûriye bûye mînak û wiha berdewam kir: “Ev şoreş bi pêşengtiya jinemezin bû. Ji ber ku jinên kurd, bi jinên ereb, suryan û hemû jinên din re yekîtî û hevgirtiya xwe ava kirin. Di vê şoreşê de doza jinê wekî doza sereke hat destgirtin. Bi vê şoreşê rê li pêşiya jinê hat vekirin. Di aliyê siyasî, civakî, leşkerî, aborî û diplomasiye de îro YPJ di nava HSDê de cihekî pir girîng digire. Dîsa di hemû aliyên Rêveberiya Xweser de jin cihê xwe digire. Îro hemû saziyên Rêveberiya Xweser di pêşengtiya jinê te dên birêvebirin. Bi pişmendiya Hevserokatiyê li hemû sazî, meclis û rêxistinan xwe bi rêve dibe. Jine di hemû sazî û dezgehan de cihe xwe girt û nûnertiya wekhev dike. Em bi kêfxweşî dibêjin Şoreşa me şoreşa jinê ye. Ji ber ku jin pêşengiya vê yekê dike. Jinê hem pêşengtiya xwe û hem jî pêşengita gelê xwe kir û dike. Bû rêvebereke xurt û vê şoreşê mezin dike.”

Pervîn Yusuf destnîşan kir ku Şorşea Rojava li gel Şoreşa Jinê gelek şoreşên din vehewandin û wiha pêde çû: “Şoreşa civakî pêş xist û di civakê de gelek guhertinên mezin ava kir. Dîsa di mijarên parastin û aboriyê de jî şoreş pêş xist. Kooperatif ava kir û roj bi roj aboriya xwe pêş xist. Di hemû qadên jiyanê de guhertin û veguhertineke mezin ava kir. Di salên berê de ji bo jinê qedexe bû ku pêşengtiyê bike.nikaribû bi vîna xwe nûnertiyeke rast bike. Di vê şoreşê de guhertinên mezin çêbûn. Ev şoreş bi pêşengiya gelê kurd bû. Lê hemû pêkhate bi hevre beşdarî vê şoreşê bûn. Hemû pêkhate beşdarî vê şoreşê bûn. Bi hevre ked dan.”

Pervîn Yusuf herî dawî destnîşan kir ku piştî şoreş mezin bû, êrîş jî zêde bûn û wiha axivî: “Piştî şoreş mezin bûn, êrîşên cuda pêş ketin. Komên çeteyan derbasî herêmê me bûn û xwestin aloziyê pêş bixin û aramiyê xera bikin. bi taybet li dijî DAIŞê şerekî mezin pêş ket. Piştî berxwedana li Kobanê dengvedana Şoreşê êdî li hemû cîhanê belav bû. Êdî ev şoreş ji bo hemû gelan bû şoreşa azadiyê û mirovaiyê. Bu şoreşa parastina nirxên mirovahiyê. Ji ber vê yekê gelek mirovên azadîxwaz kom bûn û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Êdî bû şoreşa cîhanê û nirxên gelan diparêze.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

5 ADAR 2026
Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

5 ADAR 2026
Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

5 ADAR 2026
Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

5 ADAR 2026
Wezareta  Îtlaatê ya Îranê hate bombebarankirin

Wezareta Îtlaatê ya Îranê hate bombebarankirin

5 ADAR 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (203)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne