Amed – Di ser kuştina pêşengê PKKê Heqî Karer re 48 sal borîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî dibêje “Ew rihê min ê veşartî ye.” Di nirxandineke xwe ya din de jî dibêje “Wî bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê mifteya çareseriya Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”
Heqî Karer, di sala 1950î de navçeya Ulubey a girêdayî Orduyê ji dayik dibe. Pişt re ji bo xwendina zaningehê berê xwe dide Enqereyê. Di sala 1972an de Kemal Pîr û Heqî Karer li heman malê bi hev re dijîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wê demê li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê ye. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd li girtîgehê derdikeve bi rêya nasekî diçe mala Heqî Karer û Kemal Pîr. Li wê derê hev nas dikin û Heqî Karer jî bi Kemal Pîr re dibe yek ji rêhevalên destpêkê yê Abdullah Ocalan. Di salên 73-74an de Rêberê Gelê Kurd li Enqereyê ciwanên şoreşger rêxistin dike, Heqî Karer û Kemal Pîr jî di wê pêvajoyê de bi hev re xebatê dimeşînin. Bêgûman wê demê tevgerên çepê Tirkiyeyê jî hene. Destpêkê Abdullah Ocalan difikire ku Kemal Pîr û Heqî Karer dikarin di nav van tevgeran de xebatên şoreşgerî bimeşînin, lê belê Heqî Karer û Kemal Pîr, rewşa çepên Tirkiyeyê dinêrin û vê yekê qebûl nakin û biryar didin ku bi Abdullah Ocalan re tevbigerin.
Di dawiya sala 1975an an jî destpêka sala 1976an de Koma Apogeran li Dîkmen a Enqereyê cîvîneke berfîreh pêk tîne. Heqî Karer jî tevî vê civînê dibe. Piştî vê civînê kom biryar digire ku êdî li Kurdistanê xebatên rêxistinkirinê bimeşîne. Di vê civînê de Heqî Karer wek alîkarê Abdullah Ocalan tê diyarkirin. Yek ji kadroyên pêşeng yê ku diçe Kurdistanê xebatê dimeşîne Heqî Karer e. Heqî Karer destpêkê diçe Bazîdê. Piştî demekê li wir xebatê dimeşîne derbasî Edeneyê dibe. Pişt re derbasî Dîlokê dibe û li wir xebatan dimeşîne. Heqî Karer ruxmê hemû zor û zehmetiyan jî li Dîlokê di demeke kurt de, di nav karkeran de, di nav taxan de rêxistinbûneke xurt ava dike û dibe hedefa dewleta Tirk. Di 18ê Gulana 1977an de bi destê koma dijber a Stêrka Sor tê kuştin.
‘Heqî Karer rastiya Kurdistanê zû têgihişt’
Heqî Karer yek ji pêşengên PKKê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî dibêje “Ew rihê min ê veşartî ye.” Me bi mebesta salvegera şehadeta şoreşgerê mezin Heqî Karer a 48mîn nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demen cuda de ji bo Heqî Karer kirine berhevkirin. Nêrînên Abdullah Ocalan yên di derheqê Heqî Karer de wiha ne: “Mirovê mezin, şoreşgerê mezin hevrê Heqî Karer ku rastiya Kurdistanê zû têgihişt û zor û zehmetiyên vê têkoşînê fêhm kir, di rêya serketinê ya Kurdistanê de bi milîtanî têkoşiya. Lewma têkoşîna wî ji bo gelê me bi taybetî jî ji bo ciwanan, ji bo hemû şoreşgeran bi dersên mezin tijî ye.”
‘Karên zehmet hemû bi xwe dikir’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Taybetmendiyeke têkoşîna li welatê me ew e ku wê bi zor û zehmetiyên gelekî mezin derbas bibe. Mirov tenê bi hevgirtina hêza madî û manewî, bi bikaranîna vê hêzê li ser rêya şoreşê dikare heq ji van zor û zehmetiyan derkeve. Hevrê Heqî Karer ev yek di şexsê xwe de bi rengê herî baş şênber kiribû. Karên zehmet hemû bi xwe dikir, bi xwarineke hindik roja xwe derbas dikir, karên kinc, xwarin û paqijiyê yên hevalên xwe bi xwe dikir. Ji aliyê teorîk ve ji bo perwerdekirina xwe û derdora xwe timî dixwend û nîqaş dikir. Ji bo jiholêrakirina bûyerên neyînî yên li derdorê, ji her alî ve çavkaniyeke sûdwergirtinê bû. Mirovên li gel bûn, nedizanîn bê dem çawa derbas dibe. Timî dixwestin li gel wî bin. Di vê mijarê de ciwan, kal, mêr, jin her kesên pê re sohbet dikirin, nedikarîn wî ji bîr bikin.
‘Bi mehan tene taştê dixwar’
Hevrê Heqî Karer zanibû ku yek ji taybetmendiyên têkoşîna li Kurdistanê ew e ku fedakariyeke mezin jê re divê. Dema fêhm kir ku divê Marksîzmê bigihîne Kurdistanê pola dawî ya xwendina zanîngehê terikand, nivînên xwe avêt ser pişta xwe û bêteredut berê xwe da welatê me. Rojên ku hemaltî dikir û bi vî rengî têkoşîn dimeşand, nekêm in. Pereyekî kêm jî dema bi dest dixist bi rengê herî baş xerc dikir, li rojên bê difikirî, tî û birçî jî bima her tim hewl dida fonekî li gel xwe bihêle. Yên ku wî ji nêz ve nas dikin ji bîr nakin ku kincê herî qetiyayî wî li xwe dikir, bi mehan tenê taştê dixwar.
Bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e
Ji ber ku dizanibû eger dixwaze di pratîkê de serwer be, şert e ku teoriya şoreşgerî têbigihêje. Lewma di vê mijarê de bi salan xwe amade kir. Di axaftinên xwe hemûyan de hurmeteke mezin dida zanistiyê. Dema ku li nêzikatiyên derveyî zanistiyê rast dihat, bi biryardarî helwest nîşan dida. Kesî nedikaribû pêşî lê bigire. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera mirovan ji dil nîqaş dikir û ji bo wan îqna bike bi rojan hewl dida. Bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tevî ku bi eslê xwe ne Kurdistanî bû, vê baweriya wî kir ku zû tev li têkoşîna li Kurdistanê bibe. Di vê mijarê de semboleke zindî ya enternasyonalîzma proletaryayê bû. Bi pratîka xwe ispat kir ku şoreşgerekî proleter li gorî şert û mercan wê tev li têkoşîna her gelekî bindest bibe. Ji bo têkbirina helwesta sosyal-şoven a li nava neteweya serdest û neteweperestiya bi fikrê teng a li nava neteweya bindest, helwesta wî diyarker bû. Gavên ku di vê mijarê de wî avêtin, hem li welatê me hem jî li Tirkiyeyê hîn jî encaman bi xwe re diafirînin. Fikrên wî yên li ser têkoşîna şoreşgerî ya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn îro hîn bêhtir belav bûne û veguherîne hêzeke madî ku rê nîşanî me hemûyan dide.
Li dij şovenîzmê sekna wî zelalbû
Rêxistinên sosyal-şoven ên ku li pêşiya şoreşa li Kurdistanê weke astengiya herî mezin a îdeolojîk didît, her wiha veguherîna van rêxistinan bi rengê rêxistinên ajan-provokator, ji nêz ve nas kir û li dijî van têkoşîneke bêeman meşand. Di vê têkoşînê de qet tawîz nedida, ku dawiya dawî li dijî wî komployeke bi vî rengî hate amadekirin û di encama vê komployê de jî jiyana xwe ji dest da.Yek ji wan kesan bû ku teorî û pratîk bi rengê herî baş bi hev re bi cih dianî. Li cihên ku têkoşîn lê meşand li dijî rêxistinên faşîst ên eşkere û veşartî têkoşîneke bi biryar û milîtanî meşand. Pêşengî ji gelek çalakiyan re kir.
Tevlêbûna Heqî ya şoreşa Kurdistanê bûyereke dîrokî ye
Ji bo gelê Kurd ê ku dixwazin di nava çerxên sîstema emperyalîst-mêtinger de bê tunekirin, her wiha di tevahiya dîrokê de timî xiyanet lê hatiye kirin, tevlîkirina mirovekî mezin mîna hevrê Heqî Karer li nava têkoşîna xwe, bûyereke mezin û dîrokî ye. Vî gelî, dostaniya ku ji rewşenbîr û ciwanên xwe nedîtî, ji wî dît.
‘Em ê heta dawî dilsozê bîranîna hevrêtiyê bin’
Ji şehîdên me yê destpêkê yê şoreşê Heqî Karer kesayetekî berxwedêr ê dema herî zehmet, dema ku tovên destpêkê yên zanebûnê, yên têkoşînê dihate reşandin e. Di demên ku çalakî û rêxistinî bi pêş ketiye de şehîdbûn hîn hêsan e. Lê belê mirina ji bo dozeke ku kes xwe nêzîkî wê nake û hê fikrê destpêkê ava dibe, asta herî bilind a pîvana mirovbûnê ye. Di demeke ku li welatekî mêtingerî, sosyal-şovenîzm, neteweperestiya bûrjûvaya biçûk a reformîst û paşverûtiya kevneperest dibûn sedema bûyerên neyînî, şehadeta Hakî Karer kir ku ew di avabûna PKKê û berxwedana neteweyî de xwedî cihekî mezin be. Dilsoziya bi bîranîna wî re xwedî wateyeke dîrokî ye. Wê bê dîtin ku sedema pêşketinên mezin ên piştre bêne kirin jî wê bicihanîna dilsoziya bi vê bîranînê re be. Di vir de dirûşma ku gelekî tê gotin, ‘Em ê heta dawî dilsozê bîranîna hevrêtiyê bin’ bi rengê herî xurt û kûr bi dilsoziya bi bîranîna hevrê Hakî pêk hatiye.
Heqî berxwedan kir pîvan
Biryara partîbûnê û rabûna li çalakiya polîtîk, bi hevrê Hakî û dilsoziya bi bîranîna wî re pêk hat, veguherî pîvanê berxwedanê. Berxwedan wê demê li Kurdistanê şêweyekî jiyanê bû ku zêde bi qîmet nedihate dîtin. Eger sekneke li derveyî dilsoziya bi wateya vê berxwedanê çêbûya, bûyera herî bêesil wê li dora PKKê biqewimiya. Ji bo pêşî li vê bê girtin bi dil û mejî rabû ser piya û ya pêwîst kir. Lewma hevrê Heqî ku bi xwe ne Kurdistanî bû, di demeke ku kesî newêribû xwe nêzî Kurdistanê bike, xwîna xwe rijand û bi vî rengî li gelek mirovên Kurdistanî ferz kir ku ji bo welatê xwe divê mirov zanibin xwe feda bikin. Berxwedan û şehadeta di oxira rizgarkirina welêt de ku pişt re serwer bû, bi giranî bi vê gavê ve girêdayîbû. Eger ev gav nehatibûya avêtin û bûyerên pişt re li gorî vê nehatibana birêvebirin, bêguman wê li Kurdistanê PKK bi pêş neketibûya. Ji xwe ya ku gelek reformîstên bûrjûva-bûrjûvayên biçûk fêhm nakin jî ev rastî ye.
Berxwedêriya Heqî kir ku serxebûn pêl bi pêl belavbe
Di pêşketina tevgera PKKê de, her wiha ji bo xwedîderketina li dilsozî û biryardariyê, di bicihanîna vê yekê de veguherî karakterekî. Têkoşîn jî di her demê de bi saya vî karakterî her tim bi pêş ve çû û nirx û ferasetên kevnare û paşverû yên dor li civakê girtibûn, li ser vê bingehê hatin têkbirin. Berxwedêriya proleter a hevrê Heqî Karer ku ji bo serxwebûna Kurdistanê da pêş û mirin da ber çavên xwe, kir ku fikrê serxwebûnê pêl bi pêl li welêt belav bibe û ev yek wezîfeyeke pîroz e ku di oxira wê de divê xwîn jî bê dayin. Kesayetiya proleter a hevrê Heqî Karer ji bo bûyer û pêşketinên piştre, bi heman rengî derbasdar e.”