Soydan Akay ku 32 salan di girtîgehê de ma û piştre serbest hat berdan, hat Amedê û serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir.
Soydan Akay, piştî 32 salan di 13ê Gulanê de ji Girtîgeha Marmarayê derket. Soydan Akay, di sala 1993yan de li Îzmîrê di operasyonê de hat binçavkirin û cezaya muebbetê lê hat birîn. Piştî 32 salan di girtîgehê de ma serbest hat berdan. Soydan Akay di nava salan de li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Amed, Sêrt, Mûş û Stenbolê de dimîne. Soydan Akay, ji sala 2018an vir de li Girtîgeha Silîvrî bi serê xwe li hucreyê ma. Soydan Akay piştî hat berdan hat Amedê û serdana Saziyan kir. Soydan Akay, serdana Komeleya Wêjekarên Kurd kir û bi nivîskaran re sohbet kir. Di serdanê de Hevserokên Komeleyê Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî û Hacî Ozkan û rêvberên komeleyê ew wêşwazî kirin. Nûnerên MED TUHAD-FEDê, Dayikên Aştiyê û gelek nivîskarên ku 30 salan di zindanê de mane jî hatin komeleyê û bi Soydan Akay re sohbet kirin. Kesên 30 salan girtî man û hatin berdan di serdana komeleyê de demek dirêj qala bîranîn û serpêhatiyên xwe kirin.