Enqere – Saziyên tenduristî û mafên mirovan, derbarê girtîgehên Tîpa S, Y û Ewlekariya Bilind de daxuyanî dan û xwestin ku ev tîpên girtîgehan bên girtin û diyar kirin ku ev girtîgeh dibin sedema îzolasyona civakî û nexweşiyan.
Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê (SES), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYAD), bi daxwaza girtina girtîgehên Tîpa S, Tîpa Y û Ewlekariya Bilind li Navenda Giştî ya TTBê daxuyanî dan. Di eywana daxuyanî lê hatiye xwendin de pankarta li ser “Girtîgehên Tîpa S, Tîpa Y û Ewlekariya Bilind Bên Girtin” divîsî hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Serokê TTBê Alpay Azap ve hat xwendin.
Alpay Azap, diyar kir ku avahiyên van girtîgehan, bi awayekî tenduristiya laşî, derûnî û civakî ya girtiyan paşguh dike û ev tişt gotin: “Li gorî îstatîstîkên alane yên Konseya Ewropayê ya sala 2022an, Tirkiye di nav welatên Konseya Ewropayê de, ji 100 hezar kesan 355ê wan girtî ve, welatê herî zêde lê girtî hene ye. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di sala 2020an de 23, di 2021ê de 32, di 2022yan de 22, di 2023yan de 16 girtîgeh hatin vekirin; di sala 2024an de jî li gorî plansaziyan dê 12 girtîgehên nû werin vekirin. Bi taybetî ji sala 2021anvir ve, bi vekirina 42 girtîgehên Tîpa S, Tîpa Y û Ewlekariya Bilind, hejmara girtîgehan gihişt 402yan. Di tîpên S û Y de pencereyên hucreyan bi bi deriyên hesinî û torên pola hatine girtin Ev yek jî ronahiya rojê û herikîna hewayê asteng dike. Deng di hundirê hucreyan de vedigere û dibin sedema nerehetiyeke domdar. Di hucreyan û qadên hewşa hewayê de kamerayên çavdêriyê hene, ev jî nepeniya girtiyan tune dike. Pergalên deriyên elektronîk di rewşên awarte de ji girtiyan re metirsiya girtina di hucreyan de çêdike. Bikaranîna megafon û bişkokan ji bo ragihandinê jî beşek ji polîtîkayên bêmirovkirinê ne.”
‘Şert û mercên binpêkirinan nayên qebûlkirin’
Alpay Azap, diyar kir ku di van girtîgehan de mafê hewşa yê hewadariyê tê sînordarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev qad bi têlên elektrîkê hatine dorpêçkirin, ev der wek kafesan in û hewcedariyên bingehîn ên parastina ji baranê û tavê nayên çareserkirin. Ev şert û merc tenduristiya laşî û derûnî ya girtiyan xerab dike. Ev girtîgeh dibin sedema greva birçîbûnê ya girtiyan. Şert û mercên ku dibin sedema binpêkirina mafê jiyanê, nayên qebûlkirin. Ev girtîgeh ji aliyê desthilatdariya siyasî ve wekî amûreke kontrol û cezakirina civakê tên bikaranîn û tenduristiya girtiyan ji berçav nagire. Di welatekî ku dadweriya adîlane tê peydakirin û li ser serweriya hiqûqê hatiye avakirin de, divê girtin wekî teknîka rêvebirinê neyê bikaranîn û pêdiviya girtîgehan nemîne. Ji ber vê yekê, divê pergaleke li gorî mafên mirovan bê avakirin.”