Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêla operasyona binçavkirinê ya 9emîn pêk hat û hat zanîn ku der barê 44 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Pêlên operasyona binçavkirinê bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û şaredariyên navçeyan ên di bin rêveberiya CHPê de berdewam dikin. Vê sibehê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê operasyonek nû ya binçavkirinê da destpêkirin. Ev operasyona 9emîn e li dijî Şaredariya Bajarê Mezin pêk tê. Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê Şaredarê Navçeya Beyoglûyê Înan Guney jî di nav de 44 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li mala Şaredarê Beyoglûyê Înan Guney, şêwirmendî wî Yîgît Oguz Duman û hin berpirsên Medya A.Ş. de lêgerîn tê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyanî da û ragihand ku ev lêpirsîn jî di çarçoveya gendeliyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatiye destpêkirin û derheqê 44 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.