Fermandariya Operasyonên Hevpar ragihand ku di operasyoneke ku stargeh û çeteyên DAIŞê hatin hedefkirin de 6 çete hatin kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ragihand ku bi balafirên F-16an stargehên çeteyên DAIŞê yên li gundê Teleîde ya ser bi çavçeya Daqoq ya ser bi Parêzgeha Kerkûkê ye bombebaran kiriye. Fermandariyê eşkere kir ku di bombebaranê de 6 çeteyên DAIŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyona di 12 û 14ê tebaxê de pêk hatine. Ev operasyon jî li sînorê Parêzgeha Kerkûkê pêk hatine. Fermandariyê encamên operasyona duyem aşkere nekiriye. Ragihand ku wê encamên wê dema pêş were aşkerekirin.