Riha – Li navçeya Curnê Reş starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê hat dayîn. Ayşe Surucu di startê rêzeçalakiyan de da zanîn ku ev ax xaka destpêkê ya dîroka mirovahiyê ye û wiha got: “Ev qad yekem qada rêxistinkirî ya jiyana civakî ye; dergûşa hilberîn, bawerî û wateyê li vir kok girtiye.”
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê bi minasebeta 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma, “Ji Hîlwanê ber bi Amarayê ve bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê hat dayîn. Rêveber û endamên rêxistinên DEM Partî û DBPê, nunerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tevli bernameyê bûn. Bername bi berzkirina diruşmên “Rojnbuna te pîrozbe ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo” re bi danîna daran ve dest pê kir. Piştre Deklerasyona 4ê Nîsanê hat xwendin. Kurmanciya metnê Ayşe Surucu Tirkiya wê jî Hevserokê Mebya Derê ya Rihayê Erhan Akyilmaz xwend.
‘Ev qad yekem qada rêxistinkirî ya jiyana civakî ye’
Ayşe Surucu da zanîn ku ev ax xaka destpêkê ya dîroka mirovahiyê ye û wiha got: “Ev qad yekem qada rêxistinkirî ya jiyana civakî ye, dergûşa ku hilberîn, bawerî û wate lê kok girtiye ye. Lêbelê, di seranserê dîrokê de, li ser vê ax veguheriye erdnîgariyek ku tê de eqlê desthilatdariyê, serdestî, îstismar û înkarkirinê bi awayên herî eşkere xwe rêxistin kirine. Ev pêvajoya ku tê de gel ji nasnameyên xwe têne bêparkirin, ked tê desteserkirin, xweza tê talankirin û hewl tê dayîn ku pêşengtiya civakî ya jinan were şikandin. Ev yek ne tenê jirêderketinek dîrokî ye, lê krîzeke sîstematîk a şaristaniyê ye. Lê rastiya vê herêmê li hember vê krîzê qet teslîm nebûye. Bi agirê Newrozê, îradeya serhildanan û kevneşopiya berxwedanê ya gel ya li ser van axan hişyarbûnek çêdibe. Ev daneheva dîrokî bêguman her gav bi xwe re rêbazeke nû ya ramanê, paradîgmayek nû ya jiyanê û rêberiyek dîrokî aniye ku dê vê paradîgmayê şênber bike.”
‘Abdullah Ocalan ne tenê rewşenbîrek lê îradeyek dîrokî, siyasî û çarenûsa gelan e’
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Surucu diyar kir ku dayikbûna birêz Abdullah Ocalan a li Amarayê ne tenê jidayikbûneke takekesî ye, lê ew kêliyek jihevketin û derketina ji dilê dîrokî yê lêgerîna azadiya gelan, têkoşîna ji bo wekheviyê û daxwaza civakeke demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Ev derketin, bi gotinên Birêz Abdullah Ocalan, temsîla îradeyekê ye ku têkoşîneke hêjayî Prometheusan e û cîhanê li dijî xwe dibîne. Paradîgmaya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, perspektîfa çareseriya demokratîk a herî berfireh e ku li dijî nakokiyên mirovî yên hezar salan ên Rojhilata Navîn hatî pêşxistin. Ji ber vê yekê, Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rewşenbîrek e, ew di heman demê de îradeyek dîrokî û siyasî û hêzek çareseriyan e ku rê dide çarenûsa gelan. Perspektîfa vê îradeyê, ku di serî de ji aliyê jin bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî pergalên koletiyê yên hezar salan bûye hêza pêşeng di vê paradîgmayê de. Di heman demê de, ciwanan di organîzekirina berxwedanê li dijî rizîna pergalê de rolek dîrokî girtine ser xwe. Bi dînamîzma xwe têkoşînê berfireh kirine. Di demekê de ku jin wekî îradeyek damezrîner ku jiyanê ji nû ve ava dike, veguherîna civakî organîze dike û azadiyê temsîl dike, di navenda pêvajoyê de cih digirin. Ciwan, wekî hêza veguhêzînê, di avakirina jiyaneke exlaqî û siyasî de rolekî pêşeng dilîzin.”
‘Îradeya rêxistinkirî hêzên hegemonîk têk dibe’
Ayse Surucu destnîşan kir ku trajediyên mirovî û civakî yên ku li çaraliyê cîhanê, û bi taybetî li Rojhilata Navîn diqewimin, bandora kûr a krîza sîstemîk a modernîteya kapîtalîst li ser jiyana civakî û mirovî bi awayekî zelal xwe nîşan didin û wiha pê de çû: “Li hember vê trajediyê, bi taybetî modela demokratîk a li Rojava hatiye avakirin. Wekî alternatîfek berbiçav a li ser bingeha beşdariya rasterast a gel, ku azadiya jinan dide pêşiyê û avahiyek civakî ya pir-nasname û pir-bawerî mîsoger dike, cihê xwe li ser dika dîrokî girtiye. Tevî hemî êrîşên sîstematîk ên hêzên hegemonîk, ev model bi berxwedana kolektîf a gel kariye xwe biparêze û bidomîne. Vê rastiyê careke din nîşan daye ku yekîtiya rêxistinkirî û îradeya hevpar a gel tekane hêz e ku dikare planên her hêzek hegemonîk têk bibe.”
‘Hesabên teng nekin, gavên wêrek bavêjin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşe Surucu anî ziman ku daxwaza ku wekî îradeyeke hevpar a bi mîlyonan li qadên Newrozê radibe, eşkere ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Statuya siyasî ji bo Birêz Abdullah Ocalan, azadî ji bo gel, wekhevî ji bo jinan û çareseriyeke demokratîk. Ev îrade êdî bûye pêdiviyeke dîrokî ya neçarî. Ji ber vê yekê, em bang li hemû aliyan, bi taybetî hêzên herêmî û navneteweyî dikin ku ji hesabên teng ên berjewendiya xwe derkevin û li ser bingeha îradeya çareseriyê gavên berbiçav û wêrek bavêjin.”
‘Bila gelên Tirkiye û Kurdistanê werin Amarayê da ku xwe bigihînin bîra xwe ya dîrokî’
Herî dawî Ayşe Surucu bal kişand ser Festîvala Rojên Amarayê û da zanîn ku festîvala Amarayê bi ruhê çandî, civakî û siyasî ya vê pêvajoya dîrokî derdikeve holê û wiha derbirî: “.Amara ne tenê cihê jidayikbûnê ye, ew navê cihekî ye ku gelek, ji nû ve lê ji dayik bûye, ku paradîgmayek lê şitil girtiye. Ev festîval hevdîtineke dîrokî ye ku bîra hevpar, berxwedan û daxwaza azadiya gelan li ser zemîneke hevpar bi rêxistin dike. Festîvala me ya Rojên Amarayê, ku em ê bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad re” li dar bixin, dê bibe platformek ku aştî, azadî û îradeya civaka demokratîk lê pêk were. Ev platform ne tenê dê bibe cihekî hevdîtinê, lê di heman demê de dê bibe zemînek ji bo rêxistinbûn, yekîtî, jiyana hevbeş û avakirina siberojekê jî. Li ser vê bingehê, em bang li hemû jin, ciwan, karker, rewşenbîr û hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bibin dengê vê pêvajoya dîrokî, bi hev re têkoşîna rêxistinkirî berfireh bikin û di avakirina civatek aştîxwaz û demokratîk de roleke çalak bilîzin. Û ji vir, em banga xwe ya herî xurt dubare dikin: Em hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê vedixwînin Amarayê da ku bigihin bîra xwe ya dîrokî , îradeya xwe ya azadiyê xurt bikin, yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin û siberoja xwe ya hevpar bi hev re ava bikin.”














