Stranbêj Mustafa Kahtali ku bi navê Kahtali Miçê tê zanîn li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Stranbêj Mustafa Kahtali (74) ku bi navê Kahtali Miçê dihat zanîn li Antalyayê li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kahtali Miçê teşhîsa penceşêra rûviya zirav hatibû kirin û ev nêzî salek bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê dihat tedawîkirin. Cenazeyê Mûstafa Kahtali dê îro bi balafirê bibin Semsûrê. Dê sibe saet di 11.00an de li Navenda Çandê ya Kahtali Miçê ya li navçeya Kolikê merasîma cenazeyê were lidarxistin.
Piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Çagri ya Kolikê dê li Goristana Karşiyaka ya Kolikê bê veşartin.
Mûstafa Kahtali di sala 1980î de ji ber strana bi Kurdî gotibû, salekê di girtîgehê de mabû.