Stranbêj Mihemed Elî Hesen Hebîb ku di encama êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê de li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Malpera Efrîn El An ragihand ku stranbêj Mihemed Elî Hesen Hebîb ê ku ji Efrînê ye, di encama êrişên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû. Hat ragihandin ku Mihemed Elî Hesen Hebîb 10ê Çile roja Şemiyê jiyana xwe ji dest daye.
Çavkaniyan diyar kir ku dema xizmên wî xwest cenazeyê wî bibin Efrînê, li benda kontrolê ya Ewarid a li taxa Şêxmeqsûdê, çeteyan 2 kes ji malbata wî girtine.
Li gorî agahiyan kesên girtî, kurê wî Qasim Mihemed Hebîb (22) û zavayê wî Remedan Hesko ne û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.













