Amed – SUR FEST 2 a ku bi pêşengtiya KASED û Şaredariya Sûrê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de li Gundê Pelukê ya Surê berdewam kir.
Mihrîcana Gundan a (Sur Fest 2) bi pêşengtiya Komeleya Çand, Hûner û Wêje ya Jinan (KASED) û Şaredariya Surê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de li gundê Pelukê ya navçeya Surê ya Amedê berdewam kir. Gelek zarok û jin tev li bernameyên hunerî û çandî bûn. Endamên KASEDê berî ku bernameyên xwe pêk bînin li nava gund geriyan û welatiyan li gel erbane, govend, tilîliyan vexwendin bernameya mîhrîcanê.
Berî ku bernameya mîhrîcanê were destpêkirin qada lîstikê hat amadekirin. Piştî amadehiyan zarok li qada hatiye amadekirin lîstîk lîstin. Piştre zarok bi alîkariya mamosteyan ruyê xwe boyax kirin. Di berdewama mîhrîcanê de komxebata jinan hat lidarxistin. Jin çente û tîşortan xêz kirin û pişre jî boyax kirin.
Mihrîcan dê li heman gund saet di 19.00an de, li kêleka Ocaxa Tenduristiyê bi konsera Şîlan Dorayê dawî bibe.