Tabelaya ku wêneyên rojnameger Gulistana Tara û Hêro Bahadîn li serê bû, li cadeyek navçeya Seyîdsadiqê hatibû çikandin, ji aliyê hin destên tarî ve hat xirakirin û şewitandin.
Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di meha Tebaxa 2024an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê SÎHAya dewleta Tirk ve hatibûn kuştin. Roja 10ê Sibatê bi tevlîbûna gelek rojnameger û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzîkî navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve tabelaya wêneyên Şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê hatibûn kuştin hate danîn û ji bo ku tim bên bibîranîn navê “Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn” li cadeyê hatibû kirin.
Li gorî nûçeya ROJ NEWSê; tabelaya ku wêneyên her du rojnamegeran li ser bû, hatiye şikandin-xerakirin û piştre jî hatiye şewitandin. Nehat zanîn ku ev êrişa dijmirovî û bêhurmetî ji aliyê kî ve hatiye kirin.