Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Iraqê kir ku helwesta xwe li hember civaka Êzidî berde û bi lîstikên PDKê nexape.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico li Dewreya Mam Zekî ya Nahiya Sinûnê hate dan.
Daxuyniya TAJÊ wiha ye:
“Ji bo ragihandin û raya giştî
Di encama fermana 74 an a 03. 08.2014an de li ser Şengalê, bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞê. Bi sedhezaran bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûn. Bêgûman armanca fermanê ne tenê qirkirina fîzîkî bû, di heman demê de dûrxistina civaka Êzidî ji axa wê ya pîroz bû. Ev 11 salin gelê me yê koçber li Başûrê Kurdistanê li kampan di çadiran de jiyan dikin.
Li ser Şengal û civaka Êzidî hîn jî lîstok û pîlanên qirêj dewam dikin. Ev pîlan û lîstok berdewamiya fermanê ne. Biryara Wezareta Koç û Koçberan, zêdekirina artêş, çekên giran û di nava sivîlan de bicihkirina wan, zextên Hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê hemû jî bi hedefa pêkanîna Peymana 9 Cotmehê ango fermana di bin navê qanûnê de ye. Mesrûr Barzanî gef li Şengalê xwar û ji Hikûmeta Îraqê xwest ku ji bo pêkanîne pîlana 9 cotmehê zextên xwe li ser Şingalê zêde bike. Armanca liv û tevgera artêşa Iraqê li Şingalê pêkanîne vê plana qirêje.
Li şûna Hikûmeta Iraqê, berpirsyariyên xwe yê mirovî û wijdanî li hember Şengalê pêk bîne, malên gel yên hilweşiyayî jinûve ava bike, pirojeyên kar çêbike û derfeta vegerê ji bo koçberan ava bike. Biryara guhertina demografiya Şengalê dide.
Wezareta Koç û Koçberan di 20ê Tebaxê de biryar derxist ku heya serê salê ger koçber venegerin ser cihê xwe, wê ji statûya koçberan derkevin û bibin nîştecîhên cihê lê koçber bûne û dosya koçberan wê were girtin. Herî dawî wezaretê got ku wê hemû kampan bikin yek. Em dixwazin bibîr bixin; mada 140 a bi nakoka ku Şengal jî dikeve nav ,di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di sala 2007an de xwestin bi referandûmê pêk bînin lê nekarîn pêk bînin û heya roja îro ev made nehatiye çareser kirin.
Her wiha Peymana 9ê Cotmetê ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de hatiye îmzek kirin jî, nekarîn pêk bînin. Ev biryara siyasî a Wezareta Koç û Koçberan ji madeya 140 û Peymana 9ê Cotmehê nequte. Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gor berjewediyên siyasî ye, nakeve berjewendiyên civaka me. Em qebûl nakin gelê me bibe qurbanê van siyasetên heyî. Lewra em biryara Wezareta Koç û Koçberan, xeteriyek mezin dibînin û qebûl nakin. Êzidiya ji koka wê qut kirin tê wateya berdewamiya fermanê. Ji aliyekê ve Hikûmeta Iraqê biryara efûya giştî derxist ku di encamê vê efûya giştî de bi hezaran DAIŞî ku destê wan di xwîna Êzidîyan de heye ji girtîgehên Iraqê hatin berdan. Li aliyek din jî biryara girtina kampan derxist. Ev rewşek gelek metîrsîdare, li şûna ku Hikûmeta Iraqê çeteyên DAIŞê dadgeh bike, serbest ber dide. Miletê me yê koçber yê li kampan ji pêşerojek tarî re dihêle. Em balê dikşînin ser rastiyek girîng, ger Êzidî venegerin ser axa xwe, wê li wir rastî êrişekê werin wê çawa xwe biparêzên yan kî dê wan biparêze. Ji bo me civaka Êzidî, rastî û tecrûbeya fermana 2014 an tu carî wê neyê ji bîr kirin.
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku helwesta xwe li beramberî Şengalê û civaka Êzidî biguhere û neyê lîstikên PDK û dijminatî bi civaka me re neke. Her wiha em bang li gelê xwe yê koçber dikin bila vegerin ser ax û warê xwe bi vê awayê jî bersiv bidin van lîstikan.
Di dawî de em bang li raya giştî dikin, bi taybet ji bo welatên ku ferman wek jenosîd nas kirine bi erk û berpirsyartiyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin. Herî Dawî jî em bang li giştî civaka Êzidî dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û li kûderê bin bila bibin, bê helwest nemînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Bberxwedana Şengalê” û “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.