Serokê YNKê Bafil Talabanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser geşedanên dawî yên leşkerî û aloziyên li herêmê bi telefonê axivîn.
Li gorî Rojnewsê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî li ser geşedanên dawî yên leşkerî û aloziyên li herêmê axivîn.
Di peywendiya telefonê de, Bafil Talebanî nêrîna YNK’ê anî ziman, ku ew hewl dide rewşê aram bike û çareseriyên aştiyane û diyalogê bigire da ku ewlehî û îstîqrara li Rojhilata Navîn biparêze.
Ebas Eraqçî pesnê rola erênî ya Bafil Talabanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di parastina îstîqrara li Iraq û Herêma Kurdistanê de da û girîngiya berdewamiya têkiliyan tekez kir.













