Talîbana ku Efganistanê her tiştî qedexe dike, li bajarê Ghorê biryarek girt û rojnamegerî li jinan qedexe kir.
Piştî ku rêveberiya Efganistanê di 15e Tebaxa 2021ê de ket destên Talîbanê, ewil jin kir hedefa xwe. Talîban sê sal in li welêt jinan ji jiyana perwerdeyê dûr dixe. Herî dawî ragihandibû ku dê li ber pencereyên deverên ku jin herî zêde bi kar tînin, wek mitbax û hewş, dîwar bên çêkirin. Talîbana ku hewl dide civakê bi qedexe û zextan di malan de heps bike, niha jî li bajarê Ghorê karê rojnamegeriyê li jinan qedexe kir. Talîban bi hinceta ‘gel tehrîk dikin’ qedexe danî pêşiya jinan. Qedexeyên Talîbanê li gorî herêman diguherin. Beriya niha jî li hinek herêman heman qedexe hatibûn ragihandin. Li hinek herêman di qada giştî de axaftina jinan jî qedexe ye. Jinên ku bertek nîşanî biryarê dan, diyar kirin ku biryarên Talîbanê yên bi vî rengî pir komîk dibînin.
Yek ji rojnamevana li Ghorê Nafisa Noor ji Ajansa NûJINHAyê re axivî bertek nîşanî biryarê da û got: “Em jinên Efganistanê, çi Talîban, çi DAIŞ û çi El Qaîde be, teslîmî zihniyeta wan a mêtînger nebin. Li Efganistanê beriya Talîbanê jî rewşa jinan nebaş bû lê bi hatina Talîbanê re zextên li dijî jinan zêdetir bûn. Ji ber polîtîkayên dijminên jinan ez jî di serî de hemû jin neçar man dev ji dibistanê berdin. Nifşeke nexwenda û xwedî ramanên baviksalarî di civakê de hat afirandin û hikûmeta qirêj jî bîst salên dawî Talîban û cîhadîstan hembêz kir.”
Nafisa Noor bang li jinên Efganî kir û got: “Yekitî û hevgirtina jinên Efganistanê divê ji jinên welatên din re jî bibe mînak. Divê em bi hêza jinan rêveberiya Talîbanê hilweşînin. An an rojên pêşiya me dê ji vê rojê xirabtir bin.”