Di van rojên ku tê gotin Tirkiye amadekariya êrîşan dike, hate dîtin ku artêşa Tirkiyeyê tangan sewqi sînorê Kobanê dike.
Hate dîtin ku artêşa Tirkiyeyê gelek tang sewqî sînorê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Demek dirêj e tê gotin ku Tirkiye amedekariya êrîşên li ser Rojava dike. Hate dîtin ku artêşa Tirkiyeyê 6 tang û top sewqî gundê Oxanê yê navçeya Pirsûsê ku dikeve ser sînor kirin. Leşkeran bi maşînên dirêj (TIR) tang sewqî ser sînor kirin. Gelek maşîneyên zirxî jî parastina tangan kir.