Ji bo Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Abdullah Elma (Cudî Feraşîn) ê ku di dema qedexeyên derketina derve ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Silopiyayê bi beşdariya giriseya gel sersaxî hate danîn.
Li navçeya Silopiyaya Şirnexê ji bo Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Abdullah Elma (Cudî Feraşîn) ê ku di dema qedexeyên derketina derve ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, taziye hate danîn.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatiyan cihê taziyeyê bi girseyî ziyaret kir. Girseya gel li Taxa Ofîsê li nêzî mala malbatê li hev civiyan û bi diruşmeyên “Şehîd namirin” ber bi konê sersaxiyê ve meşiya.
‘Berpirsyariya me mezin dibe’

Di dema ziyaretê de Hevserokê MEBYA-DERê yê Şirnexê Ramazan Togrul sersaxî da malbatê re xwest. Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û bal kişand ser têkoşîna Cudî Feraşîn. Aslan wiha got: “Cudî Feraşîn beriya 10 salan jiyana xwe ji dest da. Di têkoşîna azadiya Kurd de berdêlên mezin hatin dayîn. Bi windakirina her nirxekî re berpirsyariya me hîn zêdetir dibe. Divê em ji her demê zêdetir têkoşînê mezin bikin.”
‘Şehîd hinceta têkoşîna me ne’

Newroz Uysal Aslan di berdewamiya axaftina xwe de kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha pê de çû: “Azadiya gelê Kurd ji bo me xeta sor e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku êdî bi siyaseta demokratîk dê têkoşîn were mezinkirin. Em bi saya têkoşîna şehîdan gihîştine vê qonaxê. Divê em tifaqa xwe xurtir bikin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Şehîd hinceta têkoşîna me ne.”
Ziyaret piştî xwendina duayan bi dawî bû.



















