Ramazan Barkin ê ku destdirêjî zarokê 13 kir û piştî bûyerê reviya başûrê Kurdistanê.
Li gundê Kiron ê Şirnexê di 9ê mehê de zilamê bi navê Ramazan Barkin destdirêjî zarokê 13 salî kir û dema ji aliyê karkarên qanên komirê ev yek hatibû dîtin Barkin ji cihê bûyerê reyiva.
Piştî ku malbata zarok agahiya bûyerê wergirt serî li dozgeriya Şirnex da û giliyê tecawizkar Barkin kir. Dozgerî li ser giliyê malbatê biryara binçavkirina tecawizkar Barkin da.
Li gel hemû lêgerînan Barkin nehatiye dîtin û hate hînbûn Barkin bi rêyên kaçaxî derbasî başûrê kurdistanê bûye.