Duh bi şev heta serê sibehê balafirên şer yên Amerîka û Îsraîlê paytexta Îran Tehranê bênavber bombebaran kirin.
Ajansên fermî û nîv fermî yên Îranê aşkera kirin ku hêzên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê duh bi şev û heta destpêka îro li gelek heremên krîtîk yên Tehranê bombe barandin. Hat gotin ku ji ber bomebarana hatiye kirin xesarên mezin ên madî çêbûne. Ajansa Nûçeyan a Farsê aşkera kir ku teqîn li herêmên 1, 4, 11, 13 û 21an ên bajêr pêk hatine.
Cihê teqîne cih bi cih hatin aşkerakirin
Li gorî agahiyên destpêkê ku ajansan parvekirine, li herêma 1ê li Rêbeja Şehîd Babayî û Kolana Şehîd Lengerî; li herêma 4an li dawiya Rêbeja Şehîd Babayî û derdora Qada Herawiyê, li herêma 11an li Kolana Hafiz û Xaçerêya Komarê, li herêma 13an li Kolana Pîrozî û li herêma 21ê li derdora Germdereyê teqînên mezin pêk hatine. Hat diyarkirin ku piştî teqînan, pergalên parastina asmanî yên Îranê ketine dewrê.
Êrişeke mezin li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê jî pêk hat
Hêzên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê ji bilî Tehranê, êrişî gelek deverên din yên li Îranê jî kirin. Li gor agahiyên ajansan bajarê Kerecê û bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiyeyê jî bû hedef û hat bombebarankirin. Her wiha li cihê hatine bombekirin li xirabeyên cihên hilweşiyayî, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Îran jî duh bi moşekan êrişî Îsraîlê kir. Piştî êrişan, Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê aşkera kir wan biryar daye ku li dijî Îranê dê dest bi êrişeke berfireh ya hewayî bikin.













