• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

    Ragihandina Kurd provakasyona kanalên Erebî şermezar kirin

    Ragihandina Kurd provakasyona kanalên Erebî şermezar kirin

    Nobeda ji bo Rojava di roja 3yem de didome

    Nobeda ji bo Rojava di roja 3yem de didome

    Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

    Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

    Ragihandina Kurd provakasyona kanalên Erebî şermezar kirin

    Ragihandina Kurd provakasyona kanalên Erebî şermezar kirin

    Nobeda ji bo Rojava di roja 3yem de didome

    Nobeda ji bo Rojava di roja 3yem de didome

    Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

    Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Temellî: Divê komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Enqere / AW

13 COTMEH 2025 - 11:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

 

Enqere – Serokwekîlê Koma Meclisê yê DEM Partiyê Sezaî Temellî tekildarî geşedanên rojevê li Meclisê axivî û got: “Divê şandeya ku biçe grava Îmraliyê demildest bê diyarkirin.”

Serokwekîlê Koma Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, tekildarî geşedanên rojevê li meclise daxuyanî da. Sezaî Temelî Rojîn Kabîş ku li Wanê bi awayekî biguman hatibû qetilkirin lê kujer nehatibûn cezakirin bibîranî û got ku divê kujer bên dîtin û cezakirin. Sezaî Temelî tekildarî budçe û daneyên TUÎKê jî ev tişt gotin: “Budçeya aştiyê ev e: Li şûna ku her sal ji sedî 10ê budceyê ji bo çekan were veqetandin, divê ew ji bo pêdiviyên welatiyên me yên astengdar were veqetandin. Budçeya aştiyê divê vê çavkaniyê ji ciwanan re veqetîne. Li şûna ku her sal ji sedî 13ê budçeyê ji bo faîzê were veqetandin, divê ev çavkanî ji jinan re werin veqetandin. Ez hêvî dikim ku em îsal budçeyek aştiyê bibînin. Budçeyek ji bo gel. Lê heke ew nebe, em ji vir desthilatê hişyar dikin. Weke DEM Partî li qadan budçeya aştiyê biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Girtiyên nexweş tevî rewşa wan a giran jî nayên berdan’

Di berdewama axaftina xwe de Sezai Temelî bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha pê dê çû: “Girtiyên nexweş tevî rewşa wan a giran jî nayên berdan. Dema Pakêta 10emîn a Reforma Dadweriyê hate destnîşan kirin, derbarê girtiyên nexweş de rêziknameyek hate çêkirin. Pakêta Dadwerî ya 10emîn nekarî çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê peyda bike. Niha, Pakêta Dadwerî ya 11emîn tê hêvîkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê, rêze pakêtên dadwerî dê berdewam bikin 12 û 13 dê li pey werin. Pakêtên dadwerî yên ku bi hişmendiya ku em çawa dikarin cezayên bêtir li ser zarokan ferz bikin nayên qebûlkirin. Hêviya civakê ew e ku bilez ji bo pirsgirêka girtîgehan çareseriyek pêk were. Divê dawî li pêkanînên Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan were. Her wiha pergala dadweriyê dibe sedema bêhiqûqiyan. Em vê yekê di doza Selahattîn Demirtaş de dibînin. Heke ew pergal bê sererastkirin Tirkiye dê aştî û demokrasiyê bidestbixe.”

Divê komîsyon demildest biçe Giravê

Sezai Temelî pirsa “Komîsyon dê biçe Girava Îmraliyê an na?” wiha bersiv da: “Çûyina komîsyonê li Girava Îmraliyê mijareke girîng e. Birêz Ocalan bang li rêxistina xwe kir û gav hatin avetin. Divê êdî rêziknameyên qanûnî bên kirin. Li parlamentoyê komîsyonek hatiye damezrandin da ku diyar bike ka rêziknameyên qanûnî divê çi bin. Ev komîsyon danûstandinên navxweyî dike. Lê lingek derveyî ya danûstandinan jî heye. Hûn ê van danûstandinan bi kê re bikin? Hûn ê wan bi Birêz Abdullah Ocalan re bikin. Ewqas hêsan e. Pêwîstê ev yek di zûtirîn dem de were plansazkirin. Divê şandeya ku dê biçe were destnîşankirin. Bê guman, daxwaza me ji bo şandeyek bihêz e, şandeyek ku temsîliyeta her kesî misoger bike. Em hêvî dikin ku hemî partiyên din jî di vê mijarê de beşdar bibin da ku ev pêvajo bi rêkûpêk bimeşe. Ji ber ku aştî ji bo me hemûyan baş e. Pêşeroja vî welatî, berî her tiştî, bi çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyê ve girêdayî ye.Hevî dikim ku şandeyek di zûtirîn dem de were avakirin. Lê bernameyeke diyarkirî nehatiyê destnîşan kirin.”

Sezai Temeli li ser pirsa dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ku ji aliyê meşvanên jin ve li meclisê hat berz kirin jî destnîşan kir ku ew dirûşim daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û mafê heviyê ye û derbarê rexneyan de jî got ku ev yek xizaniya siyasetê nîşan dide.

 

 

Etîket: DEM PartîEnqereGeşedanên RojevêMeclîsSezaî Temellî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şaredariyên DEM Partiyê dê alîkariya Rojava bikin

Şaredariyên DEM Partiyê dê alîkariya Rojava bikin

25 ÇILE 2026
Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir

Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir

22 ÇILE 2026
Gulderen Varli: Hûn piştgiriya hişmendiya ku serê mirovan jê dike dikin 

Gulderen Varli: Hûn piştgiriya hişmendiya ku serê mirovan jê dike dikin 

21 ÇILE 2026
‘Zerrîya ma Rojava reyde ya’

13 partî û sazî: Armanc hedefgirtina statuya Kurdan e

20 ÇILE 2026
Tuncer Bakirhan: Em komkujiya li Rojava qebûl nakin  

Tuncer Bakirhan: Em komkujiya li Rojava qebûl nakin  

20 ÇILE 2026
Bi hezaran Bakurî dest bi meşê kirin

Bi hezaran Bakurî dest bi meşê kirin

20 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1408)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne