Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temelî civîn li dar xist û diyar kir ku sibê Meclîs tê vekirin û got ku di sala nû de divê gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên avêtin.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezai Temeli derbarê rojevê de li Meclîsa civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temelî di destpêka axaftina xwe de ji bo civaknas Îsmîl Beşîkçî ku xwîn çûye ser mêjiyê wî û niha li nexweşxaneyeke Amedê tê dermankirin şîfa xwest û destnîşan kir ku Beşîkçî heval û hogirekî Kurdan e.
Sezaî Temelî diyar kir ku di qonaxeke dîrokî de sibê Meclîs vedibe û got ku sala nû ya qanûndanînê ji serdemên derbasbûyî cudatir e û têkoşînek radîkal hewce dike. Sezaî Temelî bi bîr xist ku ji 1ê Cotmeha 2024an ve bi silavdayîna Serokê MHPê Devlet Bahçelî pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ev yek anîn ziman: “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan, mîna erdhejekê erd hejand. Ev ne tenê metnek bû; manîfestoek dîrokî bû ku nexşerêya 50 salên şoreşa Kurd ji nû ve xêz kir. Ji paradîgmaya netewe-dewletî ber bi avakirina neteweya demokratîk ve guherînek ragihand. Bangewaziya Ocalan, berpirsiyariya PKKê ya ji bo xwefesixkirinê û danîn çekan zelal kir. Di heman demê de ji dewletê re ji bo reformên demokratîk zemînek pêşkêş kir. Weke bi dawîanîna tunehesibandina nasname, mîsogerkirina mafên hiqûqî, vekirina rêya siyaseta demokratîk. Bersiva ku PKKê di kongreya xwe ya 12emîn a xwefesixkirinê de ragihand ku înkara hebûnê bi dawî bûye, stratejiya rizgariya neteweyî dev jê berdaye û ber bi entegrasyona demokratîk ve diçe. Di kongre de banga birêz Ocalan jî bi erênî hat bersivandin û xwefesixkirina xwe ragihand. Dostên Kurdan, demokrat û weke DEM Partî me kongreyê silav kir.”
‘Aştî bi civaka demokratik pêkan e’
Sezaî Temelî destnîşan kir ku di sala nû ya Meclîsê de divê nexweşiyên tunehesibandinê were rizgakirin û axaftina xwe wiha domand: “Di vê sala qanûndanînê de divê em gavên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biavêjin. Heke em vê yekê bi ser bixin, em dikarin îro qanûnên aştiyê yên ku gelên Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê li benda wan in, bi cih bînin. Em dikarin qanûnên ku rê li ber demokrasiyê vekin, pêk bînin. Navê banga birêz Ocalan, Aştî û Civaka Demokratîk e. Ev her du têgeh bi hev re ne. Aştî bi civaka demokratîk pêkan e. Kêmasî û nebesî hene. Lê divê ev yek zû bi zû bê temamkirin û di vê sala qanûndanînê de gavên ku bi rastî çareseriyê biafirînin bên avêtin, ev berpirsiyariya Meclîsê ye. Xebatên komîsyonê ber bi dawiyê ve diçin û ev xebatên komîsyonê wê di pêvajoya pêş de rê li xebatên Meclîsê veke. Xebatên komîsyonê dikarîbû bi awayekî saxlemtir bihatana kirin. Kêmasiyên wê hene. Me jî rexneyên xwe anîn ziman. Bi taybetî dirêjkirina pêvajoya guhdarîkirinê an jî hilbijartina vê rêbazê wekî metod, kêmasiyên girîng bi xwe re anî. Helbet guhdarkirin girîng e.”
‘Divê qanûnên entegrasyona demokratik bi cih werin’
Sezaî Temelî destnîşan kir ku divê qanûnên entegrasyona demokratîk di demekê zû de bi cih werin û wiha pê dê çû: “Divê qanûnên ku têne hêvîkirin zû bi zû bên cîbicîkirin. Xebatên komîsyonê yên di vê dema kurt a 2 mehan de ev yek bi zelalî derxistiye holê. Êdî civaka Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê, kedkar, her kes li benda çareseriyê ye. Ji ber ku her kes dizane heta ev pevçûn bi dawî nebe, kêmbûna nanê li ser sifreyan wê bidome. Her kes dizane heta ev pevçûn bi dawî nebe, bidawîbûna betaliyê ne mimkun e. Her kes dizane heta ev pevçûn bi dawî nebe, li Tirkiyeyê bi rastî sazkirina aştiyê û cîbicîkirina demokrasiyê ne mimkun e. Wê demê, rêya bidawîkirina vê yekê ew e ku gavên pêwîst di Meclîsê de bên avêtin. Di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK), Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) û Qanûna Înfazê de divê guherîn bêne kirin. Pirsgirêka zindanan di asteke pir cidî de ye. Girtiyên siyasî hê jî di zindanan de ne. Girtiyên nexweş hê jî di zindanan de ne. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê qanûna înfazê ya heyî ye. Guherînên qanûnî divê bên kirin.”
‘Divê Meclîs zemîna hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ava bike’
Sezaî Temellî anî ziman ku divê Mecliîs zemîna hevdîtina bi aktorê serekê yê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan re ava bike û ev nirxandin kir: “Me bi israr ev yek ji komîsyonê re got hevdîtina we bi Îmraliyê re ji bo vê pêvajoyê diyarkerê herî krîtîk e. Divê hûn vê yekê pêk bînin. Lê mixabin, komîsyon hê jî vê yekê nekiriye rojeva xwe. Vê înîsiyatîfê bigirin, vê wêrekiyê nîşan bidin. Êdî ji zîhniyeta ku xwe spartiye polîtîkayên ewlehiyê, mîna ku Meclîsê zapt kiriye, sîstemeke wesayetê çêkiriye, xilas bibin. Bi polîtîkayên ewlehiyê em nikarin bi rê ve biçin. Bi polîtîkayên rantê yên sermayeyê em nikarin bi rê ve biçin. Meclîsê ji van wesayetan rizgar bikin. Em ne ji bo şer, ji bo gel û aştiyê budcçeyê dixwazin.”
‘Divê Tirkiye ji cihê rast înîsiyatîfê bigire’
Sezaî Temelî bal kişand ser êrişên li ser Xazeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “”Em dixwazin gelê Filistînê zû bi zû ji vê qirika şîdetê, ji vê qetlîamê, jenosîdê rizgar bibe. Zû bi zû alîkariya mirovahî bigihêje, vekirina vê korîdorê pir pir girîng e. Em Wezareta Karên Derve vedixwînin ku vê pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne. Em wan vedixwînin ku di vî warî de ji cihê rast înîsiyatîfê bigirin. Ne bi polîtîkayên şaş ên mîna polîtîkaya Sûriyeyê, lê em dixwazin êdî bi polîtîkayên ku li ser bingeha berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn, avakirina aştiyeke giştî li Rojhilata Navîn, nêzîkatiyên li ser Filistînê, Rojavayê û di vî warî de hewldanê bikin. Bi taybetî çareseriya demokratîk a Sûriyeyê pir pir girîng e. Ji bo ku gelên Sûriyeyê bi hev re wekhev, bi çareseriyeke demokratîk bijîn divê Tirkiye ji cihê rast însiyatîfê bigire. Çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê ji bo gelê Filistînê jî, ji bo gelê Kurd jî, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî aramiyê tîne.”