Siyasetmedara Kurd Leyla Zana pêşniyara rêveberiya Amedsporê qebûl kir û hat zanîn ku dê sibê li stada Tahîr Elçî li maçê temaşe bike.
Somaspor û Bursaspor di 16ê Kanûnê de li Somayê hatibûn hemberî hev. Di maçê de alîgirên nijadperest ên Bursasporê bi heqaret û çêran, siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn hedef.
Piştî heqareta ku li Leyla Zana hatibû kirin di serî de gelê Kurd û gelek derdorên cuda bertek nîşanî heqaret û çêran dan. Li dijî heqaretê xwedîderketina li Leyla Zana berdewam dike.
Amedspor ji bo nerazîbûn nîşanî heqareta li Leyla Zane hatiye kirin bide, Zana vexwend maça sibê li Amedê bê lîstin.
Sibê Amedspor û Îdirspor di hefteya dawî ya dewreya yekemîn ya Lîga 1emîn a Terendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê tên hemberî hev.
Roja 25ê Kanûnê Serokê Amedsporê Nahît Eren bi telefonê li siyasetmedara Kurd Leyla Zana geriya û wê vexwendibû maça Amedsporê û Îdirsporê.
Leyla Zana qebûl kir: Diçe maçê
Îro carek din Nahît Eren li gel Leyla Zana axivî û carek din wê vexwend maçê.
Li gorî agahiyên ku rêveberiya Amedsporê da ajansa me; Leyla Zana vexwendin ango teklîfa Amedsporê qebûl kiriye û biryar daye ku dê sibê tev li maçê bibe û li maçê temaşe bike.
Her wiha Amedsporê ragihandibû ku dê hemû alîgirên jin belaş bên stadê û li maçê temaşe bikin.













