Rêveberiya TEV-DEMê bal kişand ser hilweşandina rejîma Baasê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Minbicê û xwest hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtinê xurt bikin.
TEV-DEMê derbarê hilweşandina rejîma Baas û êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da. TEV-DEMê bibîrxist ku gelên Suriyeyê ji destê rejîma Baas gelek êş kişandine, lewma hilweşîna rejîmê gelekî girînge û gelên Suriyeyê pîroz kirin.
û wiha got: “Berxwedana 12yê Adara 2004an a li bajarê Qamişlo dijî komkujiya rejîma Baas hatiye nîşandan, dîwarê tirsê hilweşandiye, hêviya azadiyê li nava gelên Suriyeyê belav kiriye û bingeha hilweşandina rejîmê (8.12.2024) ava kiriye, lewma Kurd ji her kesî zêdetir wateya azadiyê û ketina rejîma Baas dizanin.”
DEV-DEMê da zanîn ku bi qasî hilweşandina rejîma şoven, rengê sîstema ku dê li şûna wê bê avakirin jî girîng e û got: “Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji despêka kirîza Suriyeyê ve banga yekîtî, wekhevî û avakirina civakeke demokratîk dike, bawer dike ku dê gelên Suriyeyê re doza xwe çareser bikin û welatekî demokratîk ava bikin. Eger înkar û hewldanên têkbirina destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bên domandin, wê berxwedana dîrokî bê meşandin û şoreşa 19yê Tîrmehê wekî mînak hat nîşandan. Dewleta dagirker bi êrişên li ser Minbicê ku di roja hilweşandina rejîma Suriyeyê de zêde kirin, îspat kir ku wekî rejîma Baas çareseriyê naxwaze.”
DEV-DEMê herî dawî bang li raya giştî û hêzên navnetwî hat kirin ku li hemberî dewleta Tirk rawestîn û hesab jê bixwazin û got: “Bang li gelê gelên herêmê, partî û rêxistinan jî hat kirin ku yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin û li himber şerê taybet, bi ruhê şorşa jin jiyan azadî li rex berxwedana hêzên HSDê bisekinin.