TFFê ji lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan re 5 maç û ji Amedsporê re jî 600 hezar TL ceza birî.
Di maça navbera Amedspor û Adana Demîrsporê de lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan piştî gol avêt tevlî çalakiya por hunandinê bibû. TFFê ji ber çalakiya Çekdar Orhan bi îdiaya “propagandaya îdeolojîk” sewqî PFDKê kiribû. TFFê biryar da ku ji Çekdar Orhan re 5 maç û ji Amedsporê re 600 hezar TL ceza hat birîn













