Federasyona Futubolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber alîgirên Bursasporê heqaret li Leyla Zana kirin, tenê 16 hezar lîre ceza li Bursasporê birî.
Di maça Bursasporê û Somasporê ya 16ê Kanûnê de alîgirên Bursasporê heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn. Nerazîbûn û hêrsa li dijî heqaretê berdewam dikin. Li ser hêrs û bertekan TFFê neçar ma derheqê bûyerê de biryar bide.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) derheqê bûyerê de biryara xwe eşkere kir. TFFê cezayê pereyan ê wek xelatê li Bursasporê birî. TFFê di biryara xwe de diyar kir ku ji ber alîgirên Bursasporê dirûşma kirêt û xerab berz kirin e, tenê 16 hezar lîreyê Tirk ceza li Bursasporê birî.
Her wiha TFFê di biryara xwe de da xuyakirin ku cezayê hişyariyê da Somasporê.
Ev cezayê li Bursasporê hate birîn, mîna cezayek xelatê hate şîrovekirin.













