Rojnameya The Jerusalem Postê îdia kir ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê Alî Riza Tansîrî li Bender Abbas a li nêzî Tengava Hurmuzê di êrişekê de hatiye kuştin.
Li gorî nûçeyên rojnameya The Jerusalem Postê rayedareke Îsraîlê îdia kiriye ku Fermandarê Deryayî yê Îranê Alî Riza Tansîrî di êrişekê de hatiye kuştin. Lê belê rojnameyê eşkera nekir ku êriş çawa pêk hatiye û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.
Alî Riza Tansîrî ku ji Tebaxa 2018an û vir ve hêzên deryayî yên Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi rê ve dibe, di hefteyên dawî de bi taybetî têkildarî hebûna leşkerî ya Îranê ya li Kendava Basra û Tengava Hurmuzê û destwerdanên gengaz de daxuyaniyên tund dida.
Alî Riza Tansîrîhefteya derbasbûyî di daxuyaniyekê de gotibû: “Lîsteya me ya hedefan nû bûye. Navendên petrolê yên pêwendiya xwe bi Amerîkayê re hene, êdî weke baregehên Amerîkî têne dîtin û wê bi hemû hêza pêwîst êrişî wan bê kirin.”
Amerîkayê jî beriya niha gelek caran ragihandibû ku ew bêbandorkirina hêza deryayî yên Îranê weke yek ji karên sereke yên leşkerî dibînin.
Rayedarên Îranê têkildarî mirina Tangsiri hîn daxuyaniyeke fermî nedane.










